Demîrtaş: Amedê peyama xwe da, rast bixwînin

"Em jî peyamên ji Kobanê Arîn Mîrkan, ji Cizîrê Mehmet Tûnç, ji Silopiyayê Sêvê berhev dikin, wek nameyek aştiyê ji Îmraliyê, ji Serok Apo re dişînin."

Demîrtaş di Newrozê Amedê de axivî, diyar kir ku sed hezaran çareseriyê nîşan didin, got AKP’ê nikare civakê hevgirtî bike. Demîrtaş anî ziman ku wê çavên xwe li qetilkirina gel negirin, got: “Newroza Amedê rêya me vedike. Em ê rojên azad li zarokên xwe yên me winda kirine re bikin diyarî.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di bernameya Newroza dîrokî ya Amedê de axivî.

Demîrtaş gel bi zimanên Kurmancî û Kirmançkî silav kir, wiha bal kişand:

“Me 3 salan mizginiyên aştiyê dan tevahî gelên Rojhilata Navîn, me nîşan da ku bê ka rêya diçe azadiyê çiqasî xweş e. Lê, îro em bi mirinan Newrozê pêşwazî dikin. Me 3 salan ev dît. Aştî ne xeyal e. Eger em li derdora pîvanên wekheviyê kom bibin, me dît ku aştî mimkûn e. Newroza îsal tevî her tiştî jî li Qada Amedê wek Newroza aştiyê xwe nîşanî cîhanê dide.

Erê, em ne gelekî ku bê kok û dîrok in. Wek ruhê Kawa di Newrozê de ruhekî yekgirtina me çêdike heye. Îro zarokên Botanê, zarokên Mîr Bedîrxan, yên Şêx Saîd çawa me silav dikin, hevrêyên Seyîd Riza, ji Dêrsimê, neviyên Qazî Muhammed, Melle Mistefa, hevrêyên Alî Şer û Zarîfe mîrateyek çawa ji me re hiştine, em jî peyamên ji Kobanê Arîn Mîrkan, ji Cizîrê Mehmet Tûnç, ji Silopiyayê Sêvê berhev dikin, wek nameyek aştiyê ji Îmraliyê, ji Serok Apo re wek nameyekê dişînin. Ew rêya we hûnandiye, em bi gotinên te yên Mûtabaqata Dolmabahçeyê girêdayî ne. Şer ne asayî ye. Muzakere ew e ku di nuqteyek navîn de lihevkirine.

‘AMEDÊ PEYAMA XWE DA; RAST BIXWÎNIN’

Em nikarin bi rêyên derhiqûqî bên gel hev. Tiştê ku me bîne cem hev, rêya hiqûq, demokrasiyê ye. Rojhilata Navîn pêvajoyek dîrokî dijî. Bê guman gelek hêzên navneteweyî yên dixwazin li gor berjewendiyên xwe dizayn bikin hene. Em di ferqa vê de ne û li gor vê têdikoşin. Lê, li Enqereyê rêveberên vî welatî tehdîdan li pey hev rêz dikin, heta ku daxwazên vî gelî wek tehdîd bibînin aştî zehmet e. Eger em dixwazin bi hev re tevbigerin, wê demê divê em li ser pîvanên demokratîk li hev bikin. Tê dîtin ku enqere vê pêvajoyê ne rast dixwîne. Gelê Kurd bêyî bitirse dixwaze azad bijî. Ne ti tiştên din, tiştê ku jê hatiye dizîn dixwaze. Îro di nav bombeyên diteqin, di nav vê gola xwînê de xwestina aştiyê ne hêsan e. Bawer bikin di pêvajoyên wisa de bi pîvan, bi exlaqî tevger tiştê herî rast e. Tiştê ku em li hember van kesên atmosferê şer ava dikin xwe wek star bavêjinê pîvan û exlaq e. Gelê Amedê ev peyam da, divê ev rast bê xwendin.

'AKP NIKARE BIGIHÎNE HEV'

Bi dijminatî, gefxwarin û gotina 'ez ê biqedînim' re siyaset nayê meşandin. Divê êdî her kes baş bi vê zanibe. Li ser înkarkirina gelê Kurd û gefxwarinan, pêvajoyên aştiyê nikarin bên meşandin. Ji bo dengê aştiyê gur bibe, divê dengê bombe û çekan bên birîn. Tevî hemû hevalên xwe em amade ne, ji bo vegera li maseya aştiyê bê kirin û zimanekî nû yê aştiyê bê afirandin, bi berpirsyarî û însiyatîfê rabin. Ji bo vê cesaret divê. Divê ev êdî bê dîtin; AKP partiyeke hevgirtinê nîne. Ya ku civaka ji gelek bîrdozî û rêbazên cuda yên jiyanê bigihîne hev, partiyek an jî, gef, nîjadperestî û faşîzm nîne. Ji bilî pîvanên demokratîk ti tişt nikare em bigihîne hev. Hingî em ê di mijara bidestxistina mafê cewherî yê gelê Kurd de bi pêş de biçin û Tirkiye wê demokratîk bibe. Wê çaxê em ê ji birîna xwişk û birayên xwe yên li Sûriyeyê re bibin derman. Wê demê em ê karibin ji tevahiya erdnîgariyê re pêşengiya aştiyê bikin. Yên ku li ser dijminatiya li Kurdan, li ser astengkirina mafên Kurdan li Rojava siyasetê dimeşînin, bi xwe winda dikin û bi her kesî re didin windakirin.

'GELÊ LI VÊ DERÊ RÊYA ÇARESERIYÊ NÎŞAN DIDE'

Pêwîste em ji pêvajoya aştiyê ya beriya niha dersê derxînin, kêmasiyên xwe bi wêrekî binirxînin û bi pêş de biçin. Eger siyaset nikaribe vê bi ser bixîne, hingî li wir bêsiyasetî heye. Em ji bo vê yekê hatin hilbijartin, birîna gelê me kûr e. Bêguman ev berxwedan heta serketinê wê bidome. Lê belê divê ev were fêmkirin. Gelê Kurd îro ne ji bo kûrbûna şer li ber xwe dide. Li dijî şer ji bo aştiyê li ber xwe dide. Di pirtûka me de ti carî vegerandin nîne. Ji wan heye ku bi dayîna berdêlan re wê çavên me bitirsînin, lê xuya ye ji dîrokê ti ders dernexistine. Vaye Newroza Amedê careke din rewşa xitimandî ya siyasetê vedike, rêya vekirinê nîşan dide. Her kesên li vê derê ne, rêya çareseriyê nîşan didin. Bi tirsandinê re hûn ti carî nikarin tiştekî çareser bikin. Di dîroka xwe ya siyasî de em timî li dû çareseriyên adîl beziyan. Me dijminatî li kesî nekir û em her tim li hemberî dijminatiyê sekinîn. Eger mejiyê dewletê bêferaset bûbe, eger bi kîn û hêrsê tevdigere, hingî wê gelê xwe ber bi felaketê ve bibe. Di demên bi vî rengî de ya girîng, tevgera bi aqlê hevpar e. Pêşniyarên me yên çarseriyê hene. Li şûna ku guh bidin van, serî li polîtîkayeke tesfiyeyê ya neaqilane didin. Ev yek bi kêrî kesî nayê. HDP li ser pîvana 'înkarnekirina mafê Kurdan, înkarnekirina mafên Tirkan, li ser bingeha çareseriyê afiriye. Êrîşa li hemberî vê zemînê, tê wateya bêçarebûyînê. Di roja îro de ti partî gotina aştiyê bilêv nake. Ji partiyên dibêjin 'hîn bêhtir şer, hîn bêhtir operasyon' ti xêr nayê.

'EM NIKARIN TI CARÎ JI NEDÎTÎ VE BÊN'

Yên dixwazin pêşî li me bigirin, hesabê 3-4 dengên ji me bigirin dikin, haya wan jê nînin, ku keştiya lê siwar bûne noqî binê avê dikin. Ev xet li hemû welatên şer lê diqewimin, serdest dibe. Bêyî înkarkirina çanda gelan divê em nîşan bidin ku jiyan çawa dibe. Modelên xwerêveberiyê yên li hemberî navendîparêziyê, xeteke li dijî serdestiya yek ziman, yek lîder, yek milet e. Mezinkirina HDP'ê tê wateya mezinkirina çareseriyê. Em dixwazin vê Newrozê bikin wesîleya çareseriyê.

Em ê ti carî mirin, qirkirina ewladên gelê xwe ji nedîtî ve neyên. Heta ku ev can di vî bedenî de be, em ê ji bo aştiyê têbikoşin. Divê ev dengê ji Newroza Amedê derketiye ji aliyê her kesî ve, ji aliyê Enqereyê ve baş bê xwendin. We hewl dan bitirsînin, hewl dan teslîm bigirin, bimelisînin, lê nebû. Hîn bêhtir israr nekin. Werin em wê aştiyê diyarî gelan bikn. Bila dayika Tirk jî dayika Kurd jî negirî. Bêyî jibîrkirina wê hesta hembêzkirina gel a 3 Newrozê dawî, werin em şert û mercên ji bo aştî û muzakereyê bi hev re ava bikin. Gotinên îro bên bilêvkirin, gelekî hêja ne. Lê belê gotin têrê nake, em dixwazin gotinan bixin meriyetê. Ya bedew ne axaftin e, çalakî ye. Bêguman rojek wê were û em ê wan rojên azad diyarî ewladên xwe bikin."

...