Bi deh hezaran Kurdistaniyan li Qendîlê Newroz pîroz kirin

Newroz li Qendîlê ji aliyê bi deh hezaran Kurdistaniyên ji çar aliyên welêt bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de peyamên ji bo yekîtiya neteweyî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin dayîn.

Newroz li Qendîlê ji aliyê bi deh hezaran Kurdistaniyên ji çar aliyên welêt bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ji aliyê Tevgera Azadî ve hat organîzekirin de peyamên ji bo yekîtiya neteweyî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin dayîn.

Bi deh hezaran kesên ji çar aliyên Kurdistanê, îro li Qendîlê li hev civiyan. Pîrozbahiya Newrozê tevî deh hezaran Kurdistaniyan bi beşdariya bi sedan gerîlayan saet di 11:00 de destpê kir. Yek ji peyamên ku herî zêde mohra xwe li pîrozbahiyê xist, peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bû, ku tê de banga yekîtiya neteweyî û xwedîderketina li xweseriya demokratîk hat kirin. Her wiha di tevahî peyam û axaftinên hatin kirin de sîstema Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê û berxwedana Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin.

Pîrozbahiya Newroza Qendîl bi xwendina sirûda Ey Reqîp destpê kir. Piştre agirê Newrozê hat pêxistin. Her wiha dirûşmeyên weke ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî berxwedana gerîla, şervanan û pêşmergeyan’ û ‘Ji bo Rêber Apo azadî’ hatin qîrîn.

Li ser navê komîteya amadekar a şahiya Newrozê Mihemed Emîn axivî û Newroz  li her çar parçeyên Kurdistanê, gerîla, şervanan, pêşmergeyan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Mihemed Emîn da xuyakirin ku wê sala 2016’an wê bibe sala serketina gelê Kurd û tevahî gelen Rojhilata Navîn.

PEYAMA KCK'Ê

Her wiha yek ji peyamên ku mohra xwe li pîrozbahiyê da, peyama KCK’ê bû. Heverokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Newroz li tevahiya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û tevahî mirovahiyê pîroz kir. Di peyama KCK’ê de wiha hat gotin; "Ji bo ev sal bibe sala serketina xweseriya demokratik a gelê Kurd em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê bilind bikin. Em ê vê salê bikin sala azadiya Rêber Apo û serketina gele xwe."

Di peyama KCK’ê de ku bal hat kişandina ser krîza Başûrê Kurdistanê, wiha hat gotin; "Ji bo guhertinên demokratik û xweser ên gelê me yê Başûrê Kurdistanê em weke KCK amade ne hemû piştgirî û alîkarî bikin."

Piştî bi dawîbûna peyama KCK’ê peyama KJK’ê hat xwendin, her wiha li ser navê RJAK’ê, Tevgera Azadî, KNK, Komela Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û PYD’ê axaftin hatin kirin. 

FERHAD SENGAWZÎ: DIL DIXWEST KU RÊBER APO DI NAVA ME DE BA

Li ser navê YNK’ê jî parlamenter Ferhad Sengawî axivî û di destpêka axaftina xwe de Newroza tevahî gelê Kurd pîroz kir. Sengawî got; "Ez cejna Rêber Apo pîroz dikim. Dil pir dixwest ku îro Rêber Apo jî di nava me de ba. Ji bo azadiya Rêber Apo em hemû têkoşîn bilind bikin. Ji bo yekîtiya ruhê neteweyî em bibin yek deng û soz."

Her wiha di şahiyê de Koma Awazê Çiya, Koma Rojiyar, Koma Penaber, hunermend Cazimê Saz, Ozlem Baglayan, Hîvda Gokel, Berhem Şemamî, Ciwan Adar, Berbang û herî dawiyê jî Nasir Rezazî derketin ser dikê û girse coşandin.

Piştre şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. Gelê ku hatî qada pîrozbahiyê, bi gerandina govendê heta saetên dereng pîrozbahî berdewam kir.