Operasyonên qirkirina siyasî: Li Agiriyê 11 xwendekar hatin girtin
Li Agiriyê 11 xwendekarên bi hinceta beşdarî hin daxuyanî û bîranîna bûne bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.
Li Agiriyê 11 xwendekarên bi hinceta beşdarî hin daxuyanî û bîranîna bûne bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.
Li Agiriyê 11 xwendekarên piranî endamê Komaleya Xwendekarên Çiyayê Agiriyê ne ku 20’ê Adarê hatibûn binçavkirin, piştî karên midûriyeta polisan sewqî edliyeya Agiriyê kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê Elif Talat, Huseyin Eroglu, Firat Uslu, Tuba Can, Mazlum Dogan Oner, Gazi Yaman, Esra Ozakbaş, Huseyin Bingol, Servet Altin, Burhan Dag û Mehmet Kaya sewqî dadgehe kirin. Heyeta dadgehê jî bi idîaya “endamê rêxistinê ne” biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê.