Ozgokçe: Gelê Geverê ne bi tenê ye

Piştî girseya ji bo şkandina dorpêça li ser Geverê ji Wanê derket rê hate astengkirin, Ozgokçe di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got: “Em ê vê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin. Gelê Geverê ne bi tenê ye.”

Piştî girseya ji bo şkandina dorpêça li ser navçeya Gever a Colemêrgê ji Wanê derket rê hate astengkirin, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe di civîna çapemeniyê ya li gundê Avareş de axivî û wiha got: “Em ê vê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin. Gelê Geverê ne bi tenê ye.”

Waniyên ji bo şkandina dorpêça li ser Geverê derketin rê hatin astengkirin. Ji bo protestokirina astengiyê, li gundê Avareş daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Endamê Desteya Rêveber ê Navendî yê HDP’ê Dogan Erbaş, Hevserokê HDP’a Wanê Veysî Dîlekçî, Cîgira Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye Acar, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tûgba Hezer, Bedîa Ozgokçe Ertan û girse di civînê de amade bûn.

Axaftina destpêkê Endamê Desteya Rêveber ê Navendî yê HDP’ê Dogan Erbaş kir, bi bîr xist ku pêkanînên hovane pêk tên, got: “Mafên me yên herî demokratîk jî rastî astengiyên pir cîdî tên. Nehiştin ku du heyet rastî hev jî bên.” Erbaş got hatine tehdîtkirin, wiha dirêjî da axaftinê: “Em ê heta dawiyê vê têkoşînê bibin. Ev ne têkoşîneke rojekê ye. Em ê li hember binpêkirinên mafan û dorpêçan berxwedana xwe bidomînin.”

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe jî anî ziman ku piştî ji Wanê derketine 6 caran rastî astengiyên polîs û jendermeyan hatine û hema hema tevahî wesayîtên ji Wanê derketine jî desteser kirine.

Ozgokçe axaftina xwe wiha domand: “2 hevalên me bi awayekî bê hiqûqî hatin binçavkirin. Tevî hemû astengiyan jî em hatin heta vê derê. Lê, girseya ji Colemêrgê hat û parlamenterên me jî hatin astengkirin, nehiştin em bigihêjin hev. Em ê heta dawiyê vê têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Geverê ne bi tenê ye. Em heta dawiyê bi wan re ne. Wek ew jî dibêjin, em ê fêrî van mirinan nebin.” Ozgokçe destnîşan kir ku berpirsiyartiyê hikûmetê jî tînin bîra wan, got: “Wek gelê sivîl, em dixwazin rêya aştiya gelan vekin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Bijî Berxwedana Geverê” bilind bû.