Meclîsa Damezrêner civîna yekem li dar dixe
Piştî civîna damezirandinê, yekemîn civîna Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demoratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê destpê kir.
Piştî civîna damezirandinê, yekemîn civîna Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demoratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê destpê kir.
Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê bi beşdariya hevserokên meclîsê Hediya Yûsif û Mensûr El-Selûm yekemîn civîna xwe lidar xist. Di civînê de her wiha 26 endamên meclîsê jî cih girtin.
Piştî deqeya rêzgirtinê Mensûr El-Selûm axaftina destpêkê kir û Cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir. Menûsr El-Selûm diyar kir ku hemû pêkhateyên civaka herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi xwe biryar standine ku sîstema Federaliya Demokratîk ava bikin, bi vê yekê hêvî kir ku ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe nimûne.El-Selûm bal kişand ser berpirsyartiyên endamên meclîsê li pêşiya astengî û zehmetiyan û bang li her kesî kir ku berpirsyartiyên xwe yên ji bo pêşeroja Sûriyeyê kar û xebatan bidin meşandin.
Piştre civînê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.