Hollandayê Sefaretxaneya xwe ya li Stenbolê girt

Piştî Belçîkayê vê carê jî Hollandayê li Stenbolê sefaretxaneya xwe girt.

Wezareta Karên Derve ya Hollandayê di daxuyaniya di malpera xwe de da xuyakirin ku ji ber ‘tehîda terorê’ Sefaretxaneya li Stenbolê digire.

Di daxuyaniyê hat ragihandin ku personelê sefaretxaneyê tehliyê kirine, got: “Ji welatiyê Hollanda yê li Stenbolê tê pêşniyarkirin ku ji derdora sefaretxaneyê dûr bisekinin.”

Duh piştî êrîşa li Brukselê, Belçîkayê jî Sefîrxane û sefaretxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girtibû.