Li Parîsê çalakiya edaletê

Daxwazên ‘Edalet û ronîkirinê’ ya ji bo qatilên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez diyar bibin berdewam dikin.

Daxwazên ‘Edalet û ronîkirinê’ ya ji bo qatilên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez diyar bibin berdewam dikin. 

Piştî qetilkirina her 3 jinên Kurd ên şoreşger ên li 9’ê Çileyê li Parîsê, Kurdistanî û dostên wan ên li Parîsê dijîn çalakiya edalet û heqîqetê weke her hefteyê vê hefteyê jî berdewam kir. Çalakiya ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd de tê li dar xistin, li pêşiya avahiya Parlementoya Fransa bi piştgiriya Kurdistanî û dostên wan Tamîlliyan di saet 15:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. 

Li ser bîranîna kesên ku di êrîşa bombeyî ya ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve li paytexta Bruksel a Belçîkayê çalakiyekî bêdeng li dar xistin. Çalakiya ku saetekê berdewam kir ji hikûmeta Fransa daxwaza edaletê nû kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.

 

...