Aydemîr ê li Sûrê hat qetilkirin hat oxirkirin

Cenazeyê Cuneyt Aydemir ê li navçeya Sûrê hat qetilkirin li gundê Bêtûlî yê Navçeya Kopê bi girseyî hat definkirin.

Cenazeyê Cuneyt Aydemir ê li navçeya Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, li gundê Bêtûlî yê Kopa Mûşê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Malbatê cenazeyê Aydemîr ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Mûşê. Cenaze li bajaroka Lîzê ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Aydemîr piştre bi karwanekê birin gundê Bajaroka Qêraglî û ji wir jî birin gundê Bêtûlî. Cenazeyê Aydemîr, li gund bi siloganên "Şehît namirin" hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Aydemir piştî nimêja cenaze li ser milan birin Goristana Gund û bi merasimekê defin kirin. Li ser goristanê rêz hat girtin û silogan hatin berzkirin. Li ser goristanê bavê Aydemir Kemal Aydemir, xwest zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe û diyar kir ku berpirsiyarê van kuştinan hikûmeta AKP'ê ye. Piştî merasima cenaze, malbatê sersaxî qebûl kir.