YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kir

YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên di şerê li herêmên Şedadê û Silûkê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên di şerê li herêmên Şedadê û Silûkê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û nasnameyên 3 şervanan eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Her roj û her seat berxwedaniya yekîneyên me mezin dibe û hemû bi saya xwîna zelal a hêzên me ye. Gelê me yê Rojava karîbû bi saya wan lehengan bigihîje aramiyê. Ev di nava refên Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) de, bû xeleka sereke ya berxwedanê ji bo mirovahiyê.

Di vê berxwedana bêhempa de 3 lehengên me bi fedayîtî û qehremantiyeke mezin gihîştin asta şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soza şopdariya rêya şehîdan didin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.

Nasnameyên şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Kados Qamişlo
Nav û Paşnav: Tewfîq Umer
Navê Dayikê: Semîre
Navê Bav: Şêrîn
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Elwe Şerqî 21.03.2016

Nasnav: Kawa Til Helef
Nav û Paşnav: Mustefe Îsmayil
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Îsmayil
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Siluk/ Ganterî 21.03.2016

Nasnav: Rênas Hesekê
Nav û Paşnav: Ebdulah Muhsin
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Cemal
Cihê Jidayikbûnê: Dêr El-Zor
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê 19.03.2016