'Divê Kurd hemû ji bo serketina sîstema Rojava bixebitin'
Hoşyar Abdûrrahman ê YNK'yî destnîşan kir, ku sîstema Rojava wê li gelemperiya cîhanê bibe sîstemek demokratîk a mînakdar û got, "Divê Kurd hemû ji bo serketina vê sîstemê bixebitin."
Hoşyar Abdûrrahman ê YNK'yî destnîşan kir, ku sîstema Rojava wê li gelemperiya cîhanê bibe sîstemek demokratîk a mînakdar û got, "Divê Kurd hemû ji bo serketina vê sîstemê bixebitin."
Abdûrrahman da xuyakirin, ku ti ji tevgerên sosyal demokrat ên li cîhanê, heta roja îro nekarîne mîna li Rojava sîstemeke demokratîk bafirînin û got, "Li ti devera cîhanê sîstemeke mîna ya Rojava, ku ewçend cihêrengî, jin û ciwan bi xurtî lê tên temsîlkirin, nîne."
Alîkarê Berpirsyarê Têkiliyên Derve yên YNK'ê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê YNK'ê li Kerkûkê Hoşyar Abdûrrahman rojeva Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
Abdûrrahman da zanîn, ku PYD yan jî bi gotineke din tevgera azadiyê ya Kurd a li Rojava, tevî ku xwedî paşerojek ji 5 salan e jî, binesaziyeke xurt a ava kiriye û destnîşan kir, ku ew têkoşîna PYD'ê û ya hêzên çekdar ên Rojavayî, ji bo azadiya Kurdan gelekî erênî dibînin.
Abdûrrahman diyar kir, federasyona Kurdan, Ereban, Suryaniyan û Ermeniyan bi hev re ragihandin, mînaka sîstemeke pêşketî nîşan dide û got, "Bi dîtina min, ji Bakur heta Başûr, heta Rojhilat divê Kurd hemû heta dawiyê destekê bidin vê sîstemê. Li gorî min, ev sîstem dikare bersivê bide hemû pêdiviyên gelên li Rojava dijîn. Ev sîstem wê di demeke kurt de ji tevahiya cîhanê re bibe tecrûbeyeke girîng a mînak jê bê girtin."
Abdûrrahman bibîr xist, ku piştî hilbijartinên 1992'an ên li Başûrê Kurdistanê biryara sîstema federal hatiye stendin û ev nirxandin kir: "Wê demê, Iranê, Tirkiyeyê, DYA, Îranê ev yek bi erênî pêşwazî nekirin. Lê belê dema me xwe gihandin sala 2005'an, vê carê hat dîtin ku sîstema federal li Iraqê tê û qebûl kirin. Iraqê jî wê demê di destûra xwe ya bingehîn de xwe weke dewleteke federal pênase kir. Lewma sîstema federal a li Rojava hat ragihandin, li gorî min biryareke di cih de ye û berpirsyariya neteweyî ya hemû Kurdan e ku destekê bidin vê sîstemê."
DIVÊ KURD HEMÛ DESTEKÊ BIDIN BIRYARA GELÊ ROJAVA
Abdûrrahman ragihand, ku pêşketina vê sîstemê wê bandoreke mezin a erênî li têkoşîna azadiyê ya Kurdan a li herêmê bike û got, "Çawa ku Başûrê Kurdistanê tevî hemû kêmasiyên xwe jî ji bo hemû Kurdan bûye desteketiyeke griîng, Federasyona Rojava jî wê heman bandorê bike. Sîstem çiqasî hat rûniştandin wê bandora xwe jî ewqasî mezin bibe. Li gorî min sîstema li wê derê wê gav bi gav bê rûniştandin, ji ber ku biryara îlan û bicihanîna wê sîstemê ji aliyê gel ve tê dayîn. Lewma dewlet jî wê neçar bimînin vê qebûl bikin. Ragihandina sîstemeke bi vî rengî biryara Kurd û gelên din ên li wê derê ye. Ji ber vê yekê divê Kurd hemû li pişt sîstema li Rojava hatiye ragihandin bisekinin û destekê bidin."
LI TI DEVERA CÎHANÊ, SÎSTEMEK MÎNA YA ROJAVA DEMOKRATÎK Û WEKHEVIYA JIN-MÊR NÎNE
Abdûrrahman bal kişand ser taybetmendiyên sîstema li Rojavayê Kurdistanê û ev tespît kir: "Bi dîtina min, li ti deverac îhanê tegera sosyal demokrat mîna li Rojava sîstemeke ewçend demokratî danenane rûniştandin. Li ti devera cîhanê sîstemeke mîna ya li Rojava nîne, ku hemû jin, ciwan û cihêrengî di nav de cih digirin û serkêşiya wê ji aliyê jin û mêran ve tê kirin. Sîstemeke mîna vê ya ewçend wekhev li cîhanê nîne.
Bala xwe bidinê; partiyên li Rojhilata Navîn bi awayekî vekirî partiyên mêr e. Lê belê li Rojava nîvê partiyan ji jinan pêk tên. Sîstema Hevserokatiyê heye. Ev yek ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê jî sîstemeke gelekî demokratîk û nû ye."
LI QADA NAVNETEWEYÎ BANDORA PYD'Ê JI YA DEWLETA TIRK ZÊDETIR E
Rayedarê YNK'yî li ser dervehiştina Kurdan ji danûstandinên li Cenevreyê ev nirxandin kir: "Pêwendiya vê yekê gelekî bi Tirkiyeyê re heye. dewleteke ewçend kev, bi PYD'ê re di nava pêşbirkê de ye. Lê belê ev rastiyeke; bandora PYD'ê li qada navneteweyî, ji bandora dewleta Tirk zêdetir e.
Binêrin, hemû civînên Cenevreyê yên hatin lidarxistin, bê encam man. Ji ber ku weke hêza bingehîn a herêmê Kurd tevlî van civînan nayên kirin. Heta ku Kurd li Cenevreyê nebin, nepêkane ku encam ji vê pêvajoyê derkeve.
Di sedsala bihurî de peymana Lozanê hat kirin. Lê belê îro tê dîtin ku ev peyman ne rast bû û bi cih nehatiye. Divê vê yekê jî bêjim; di dema şerê yekemîn ê cîhanê de ji Osmaniyan re digotin 'mirovê nexweş'. Dewleta Tirk jî îro di heman rewşê de ye."
LI BAKUR SERDEMEKE NÛ YA BERXWEDANÊ DESTPÊ KIR, AKP NIKARE PÊŞÎ LI VÊ BIGIRE
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê YNK'ê li Kerkûkê Hoşyar Abdûrrahman der barê rewşa li Bakurê Kurdistanê de bibîr xist, ku AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê plana şerekî li hemberî bajaran xistiye dewrê û Davûtoglû ev plana xwe ya masterê li Mêrdînê dubare kir.
Abdûrrahman diyar kir, dewleta Tirk ji bo gel bitepisîne û biqedîne, mîna ku dewletek li hemberî wê heye bi çekên giran êrîş dike û got, "Helîkopteran, tankan bi kar tîne. Lê belê tevî her tiştî jî wê dewleta Tirk nikaribe têkoşîna Kurdan tine bike. Eger ji navçeyekê, di nava mehekê de 500 ciwan tevlî refên gerîla û YPS'ê dibe, hingî nepêkane Erdogan û AKP li hemberî vê serketî bin. Ji ber ku êdî serdem û stratejiyeke nû ya têkoşînê destpê kiriye."
DIJMINÊ BAKUR Û ROJAVA, NABE DOSTÊ BAŞÛR
Abdûrrahman da xuyakirin, ku desteka ji bo Kurdên li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, berpirsyariyeke neteweyî ye û destnîşan kir, ku dewleta Tirk a li aliyekî Kurdan qetil dike, nepêkane bibe dostê Kurdan. Abdûrrahman got, "Dijminê Bakur û Rojava, ji Başûr re nabe dost."
WEKE YNK EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN TÊKOŞÎNA LI BAKURÊ KURDISTANÊ
Abdûrrahman anî ziman, ku weke YNK'ê ew li cem Kurdên li Bakurê Kurdistanê ye û got, "Ji bo serketina wan em destekê didin. Ji ber ku serketina Bakurê Kurdistanê serketina hemû Kurdan e. Bakurê Kurdistanê rehma dayikê ye. Parçeyê herî mezin e. Cihê ku herî zêde Kurd lê dijîn e. Lewma qadeke têkoşîna stratejîk a Kurdan e. Rizgariya Kurdan ji wir pêk tê."