Li Geverê şerên dijwar diqewime

Li Geverê êrîşên çeteyên Qesrê yên 11 roj in didome, dijwar bûn. Hevserokê Meclîsa Gel ê Geverê Şerafettîn Dede banga xwedîderketina berxwedana Geverê kir.

Şerên 11 roj in li Geverê dom dikin, îro dijwartir bûn. Hêzên AKP’ê yên nikarin berxwedanê bişkînin, bi kepçeyên zirxî û maşineyên kar li taxên Cûmhûriyet û Eskî Kişla dest bi hilweşandina malan kirin.

Avahiyên ku bi maşîneyên kar nayên xirakirin jî bi taqemeniyan xera dikin, heta niha bi dehan mal û kargeh bi erdê re kirine yek. Her wiha li taxên Cûmhûriyet û Eskî Kişla yên şer bi dijwarî diqewime jî tevgera ambûlansan zêde bûne.

Têkîldarî encamên şer agahî nehatin zelalkirin, di bin bomberdûmana giran de berxwedana hêzên YPS û YPS Jin didome.

Hevserokê Meclîsa Gel ê Geverê Şerafettîn Dede xwest li her derê çalakiyên piştevaniya bi Geverê re bê lidarxistin, wiha got: “Divê gelê me jî bi tevahî hêza xwe tevlî berxwedanê bibin.”