Nasnameyên êrîşkarên Brukselê hatin eşkerekirin
Dozgerê Federal ê Belçîkayê Van Leeuw, nasnameyê her sê endamên DAÎŞ’ê yên li Brukselê êrîşa bombeyî pek anîbûn, ji raya gişti re eşkere kir.
Dozgerê Federal ê Belçîkayê Van Leeuw, nasnameyê her sê endamên DAÎŞ’ê yên li Brukselê êrîşa bombeyî pek anîbûn, ji raya gişti re eşkere kir.
Li Brukselê Dozgerê Federal yê Belçîkayê Van Leeuw bi daxuyaniyek çapemeniyê re ragihand ku êrişkar Brahîm û Khalîd El in û her du jî birayên hev in.
Van Leeuw diyar kir ku Brahîm Bakraouî Zaventem di balafirgehê de û birayê din Khalîd El Bakraouî jî li Stasyona Metroyê a Maelbeekê êrîş pêk anîne.
Dozger got ku êrişkarê bi nave Najîf Laachraouî jî hê nehatiye girtin.
Ji êrîşkaran Najîf, bombeya herî mezin di Baholê xwe de bi cih kiriye û ji ber bombeya wî neteqiyaye reviyaye.