Cenazeyê YPS'î Yalvarma li Farqînê hat oxirkirin

Cenazeyê endamê YPS'ê Muhammet Abdullah Yalvarma (Rodî Amed) ê li navçeya Sûrê li gel 7 hevalên xwe hat înfazkirin, li gundê Pîrema yê Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin.

Cenazeyê endamê YPS'ê Muhammet Abdullah Yalvarma (Rodî Amed) ê li navçeya Sûrê li gel 7 hevalên xwe hat înfazkirin, li gundê Pîrema yê Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin. Di merasima cenaze de bavê Yalvarma Ramazan Yalvarma diyar kir ku şehîd ne kurê wî tenê ye, kurê hemû kurdên bi şeref e. Ramazan, anî ziman ku heta dilopek xwîna wî hebe wê di riya têkoşerê Kurdistanê de şer bike. 

Li navçeya Sûrê ya Amedê di 13'ê Adarê de hêzên dewletê piştî daxuyaniya "operasyon bi dawî bûye" dîsa wekî ku pevçûn derketibe nîşan dan û 7 kes di odeyekê de înfaz kirin. Endamê YPS'ê Muhammet Abdullah Yalvarma (Rodî Amed) jî li navçeya Sûrê di nava 7 kesan de ji aliyê hêzên dewletê ve hat înfazkirin. Malbatê piştî cenazeyê Yalvarma ji Saziya Tipa Edlî ya Meletyê wergirtin, li gundê Pîrema yê Farqînê bi tevlêbûna hezaran kesan spartin axê. Cenaze li ser duriyana Pîrema û Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Di merasima cenaze de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, PKK û YPS'ê hatin rakirin. Dîsa wêneyên endamê YPS'ê Yalvarma hatin rakirin. Girsê cenaze birin gund û li mizgefta gund piştî wecibeyên olî heta goristanê bi çepik û tilîlayan meşiyan. 

Girsê di merasima cenaze de bê navber siloganên "PKK gel e, gel li vir e, "Şehid namirin", "Em wê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî Berxwedana Surê" berz kirin. Cenazeyê Yalvarma bi rêzgirtin û sirûda Cerxa Şoreşê hat definkirin.

Di merasima cenaze de rêveberê MEYA-DER'ê Kasim Pervane diyar kir ku Rodî û hevalên xwe li Sûrê berxwedanek dîrokî nîşan dan û wiha got: "Li herêmê gelek mirovên me hatin qetilkirin. Piştî qedexe bi dawî bûn jî dîsa mirov hatin înfazkirin. Hêzên dewletê êrîşên dijwar pêk tine, lê gelê kurd li hemberî van êrîşan teslîm nebûye û wê ti çarî teslim nebe. Bi tang û topên xwe bi deh hezaran leşkerên xwe li Kurdistanê komkujî pêk anî. Cenaze teslîmî malbatan nekir. 

Hevserokê DBP'a Amedê Mehmet Ali Şimşek jî anî ziman ku ciwanên kurd ji bo zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe canê xwe didin û di ber xwe didin. Şîmşek, destnîşan kir ku ciwanên kurd ne ji bo mafê gelên din dagir bikin, dijberi vê yekê ji bo mafê xwe ji destê dagirkeran biparêzin di ber xwe didin û jiyana xwe ji dest didin. Şîmşek, da zanin ku hevalên wan Rodî jî şahidê vê dîrokê ye û wiha got: "Ciwanên bi berxwedanê jiyana xwe ji dest didin wê her dem di dilê kurdan û têkoşîna kurdan de bijîn. Em ti carî vê têkoşîn û doza wan ji bîr nakin. Gelê kurd deyndarên şehîdê xwe ye." 

Herî dawî bavê endamê YPS'ê Yalvarma Ramazan Yalvarma jî axivî û xêrhatin da beşdaran. Yalvarma wiha got: "Şehid ne yê min tenê ye. Yê hemû gelê kurd e. Şehidê gelê kurd yê bi şeref e. Heta ku dilopek xwîna min hebe ezê têbikoşim. Piştî merasima cenaze bi hezaran kesên beşdarî merasimê bûn, derbasi hewşa mizgeftê ku sersaxî lê hatin qebûlkirin bûn.