Berxwedana li navenda bajêr: Kaynartepe
Berxwedana xwerêveberiyê a li Kurdistanê, kolan bi kolan, bajar bi bajar mezin dibe. Dewleta Tirk a li pêşberî vê berxwana gel xitimiye, di bin navê 'qedexeya derketina derve' de êrîşên xwe dewam dike.
Berxwedana xwerêveberiyê a li Kurdistanê, kolan bi kolan, bajar bi bajar mezin dibe. Dewleta Tirk a li pêşberî vê berxwana gel xitimiye, di bin navê 'qedexeya derketina derve' de êrîşên xwe dewam dike.
Berxwedana xwerêveberiyê a li Kurdistanê, kolan bi kolan, bajar bi bajar mezin dibe. Dewleta Tirk a li pêşberî vê berxwana gel xitimiye, di bin navê 'qedexeya derketina derve' de êrîşên xwe dewam dike.
Di çarçoveya pêla 'qedexeya derketina derve' de roja 15'ê Adarê taxa Kaynartepe ya navçeya Amed Rezanê ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hat dorpêçkirin û gelê taxê neçarî terikandina malên xwe hat hiştin. Şêniyên taxê, piştî ku di 21'ê Adarê saet di 06:00 de qedexe hat rakirin, li malên xwe vegeriyan.
Di nava 6 rojên qedexeyê de li navenda bajêr, rewşeke ne kêmî ya OHAL'ê derket holê. Polîsên dewleta Tirk li serê her kolan û rêyên Kaynartepeyê bend danîn û ketin û derketina taxê girtin. Li serê her kolanê, maşînên zirxî ku mîna qereqolên seyar bûn, hatin bicihkirin. Ji maşînên zirxî yên li serê her kolanê jî, bênavber gule li taxê hat reşandin. Jin, zarok, extiyar û hemû sivîl yekser hedef hatin girtin.
Hêzên dewleta Tirk ên li pêşberî berxwedana gel bêçare man, tank li Parka Koşûyolû ya li navenda bajêr bi cih kirin û sewqiyata leşkerî li vê derê kirin.
Piştî ku di 21'ê Adarê de qedexe hat rakirin, gelê Kaynartepeyê li malên xwe vegeriya. Şêniyên taxê jî para xwe ji 'sîstema cemaweriyê' girtin. Şibakeyên hatine şikandin, xaniyên ji aliyê maşînên zirxî ve hatine gulereşandin, deriyên bi qontaxa çekê hatine şikandin, eşyayên ji hev hatine xistin, pereyên hatin windakirin û eşyayên malan ên hatin şikandin...
Ji şêniyên Kaynartepeyê Cengîz Bor ê 33 salî, qulên ji ber guleyan li dîwarê mala wî vebûne nîşan dide û dibêje, "2 roj piştî ragihandina qedexeyê, ez neçar mam ji malê derkevim. Ji ber qedexeyê, ancax îro vegeriyam. Dema ez hatim, min dît ku deriyê mala min vekirî ye. Bi qontaxa çekê derî şikandine, ketine hundirê malê û eşya ji hev xistine. Piraniya eşyayên li malê jî şikandine û nema dikarin werin bikaranîn. Min qet nedixwest mala xwe biterikînim, lê neçar hiştin. Maşîna zirxî ya li serê kolanê yekser mala min hedef digirt û gule direşand. Ji xwe hûn jî dibînin dîwar qulqulî bûye. Eger em li vir mabûna, xuya ye ez û zarokên min ji zûdeyî miribûn. Dawiya vî şerî nîne! Ji vê derê bang li hemû rayedaran, bang li Serokwezîr bi taybetî jî Serokkomar dikim. Êdî bes e ji vê daxwaza we ya şer re. Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin. Hûn çi dikin bikin, em ê malên xwe neterikînin. Ev der mala me ye, cihekî din ê em biçin nîne. Ji vê saetê û pê ve, eger pêwîstî pê hebe em ê li vir, li taxê bimirin."
Gelek xaniyên li vê kolanê di heman rewşê de ne. Tevî ku qedexe di fermiyetê de hatiye rakirin jî maşînên zirxî û Ford Ranger hînê digerin. Nivîsên nîjadperestî yên li ser dîwaran hatine nivîsandin jî, ji nivîsên li ser dîwarên Farqîn, Sûr, Cizîr, Dêrik û Nisêbînê hatine nivîsandin cuda nînin. Ji ber êrîşa hêzên dewletê, gelê ji neçarî ji malên xwe derket, nerazîbûnê nîşanî qewimînan dide. Sergoyê li ber malan her mezin dibe. Ji her malê gelek eşyayên hatine şikandin û nema dikarin bê bikaranîn, tên derxistin.
Tevî ewçend êrîş û hewldanên bêmirov hiştinê jî, zarok li nava kolanan bi rûkenî dilîzin, jin digerin, dikandar li ber dikanên xwe rûniştine. Gelê Kaynartepeyê nîşan dide ku ew ê jiyana xwe ji cihê sekiniye, bidomîne.