Geveriyan ji bo meşa sibe banga tevlîbûnê kirin

Geveriyan ji bo meşa sibe banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Em ê destûrê nedin komkujiyan. Em ê li cih û warên xwe vegerin."

Geveriyên li Wanê dijîn, ji bo meşa sibe ya ber bi Geverê ve, ku bi armanca şikandina dagirkerî û dorpêçiya dewleta Tirk tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. Geveriyan gotin, "Em ê destûrê nedin komkujiyan. Em ê li cih û warên xwe vegerin."

Rêxistinên HDP û DBP ên Wanê, tevî parlamenter û hevşaredarên bajêr civîneke çapemeniyê lidarxistin û bang li gelê Wanê kirin ku sibe saet di 09.00'an de li ber Navenda Çanda Nûda dest bi Meşa Geverê bikin. Malbatên Geverî yên li Wanê dijîn jî bersiva banga meşê dan û diyar kirin ku ew ê tevlî Meşa Geverê bibin. 

Welatiyê bi navê Zekî Akdogan ê ji ber êrîşên giran ên hêzên rejîma AKP'ê neçar ma ji Geverê hat Wanê anî ziman, ku wî ji bo parastina zarokên xwe koç kiriye, lê ew ê di demeke kurt de vegerin. Akdogan diyar kir, ew ê tevlî meşa sibe destpê dike bibin û got: "Divê em li hemberî komkujiyan bibin yek. Wê Meşa Geverê were lidarxistin. Ez bi taybet bang li Geveriyên ku koçî Wan, Colemêrg û bajarên derdorê kirine dikim ku tevlî vê meşê bibin."

Jina bi navê Kûdret Bor jî diyar kir, divê serî de Geverî xwedî li Geverê derkevin û got: "Em ê jî tevlî meşa roja Çarşemê bibin. Her kes ji bo axa xwe şer dike. Em ê jî tevlî vê meşê bibin."

Nazîme Işik jî bibîrxist ku hêzên şer ên AKP'ê beriya Geverê li Sûr, Cizîr û Nisêbînê êrîşî berxwedana gel a xwerêveberiyê kirin û dibe ku sibe dor bê Wanê. Işik jî bangli her kesî kir, ji bo Geverê dengê xwe bilind bikin. Jina bi navê Gulîzar Aşkan jî got ew dixwazin vegerin malên xwe û banga xwedîderketina li berxwedana Geverê kir.