Mîna şervanekî bêtirs jiya

Zekî Şahîn bi nasnav Cûdî Koçer ê li hemberî komploya navneteweyî tevlî nava refên PKK'ê bû, heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe têdkoşiya.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî re dîl hat girtin, Zekî Şahîn bi nasnav Cûdî Koçer weke nerazîbûnek li hemberî vê yekê tevlî nava refên PKK'ê bû û heta kêliya dawî ya jiyana xwe, ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya.

Koçer di sala 1980'î de li Êlihê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Di temenê zarokatiyê de şerê azadiyê yê li Kurdistanê nas kir. Dagirkeriya mêtîngeran, zilm û wehşeta li gelê Kurd dihat kirin dît û jiya. Di salên 1990'î de şahidî ji kuştinên kiryar nediyar ên Hîzbul-Kontra ya dewletê re kir. Rûyê rast ê dewletê, ku bênavber êrîşî Kurdistanê dikir û hewl dida serî lê bitewîne ji nêz ve dît, êşa gelê xwe di kûrahiya dilê xwe de jiya. Tevî vê rewşê, dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî re dîl hat girtin, êdî nema dikarîbû îdare bike. Nerazîbûna li nava gel a li hemberî girtina Ocalan, her devera Kurdistanê veguherand qada serhildanê. Pê hesiya ku di şexsê Ocalan de hewl tê dayîn ew bê tinekirin. Lewma ciwanên Kurd ji bo pêşeroja xwe tevlî nava refên gerîla bûn. Cûdî Koçer jî weke bi hezaran welatparêzan, li dijî dîlgirtina Ocalan tevlî nava refên PKK'ê bû. Ji kêliya tevlî refên gerîla bû û pê ev her tim cihê xwe di nava refên pêş de girt û bi fedekarî têkoşiya. Koçer di 16'ê Cotmeha 2013'an de li navçeya Colemêrg Çelê tevî du hevalên xwe Helo Şahîn û Erdal Serêkanî jiyana xwe ji dest da.

Heval û hogirên wî, ew vegotin...

'HAYA WÎ JI BARÊ HILGIRTIBÛ HEBÛ'

M. ŞAHÎN CÛDÎ: Li Êlihê em bi hev re li heman taxê bûn. Piştî min bi du salan tevlî nava refên gerîla bû. Me li Cûdî hev dîtin û demeke dirêj em li wê derê bi hev re man.

Berî çend salan birayekî wî di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd ketibû. Haya xwe ji barê hilgirtiye hebû. Lewma bi fedekarî tevlî nava têkoşînê dibû û bi cesaret bi ser dijmin de diçû.

Piştî şeş-heft mehan şert û merc guherîn. Di encama agirbestê de yekîneyên gerîla yên li bakur li gorî biryara vekişînê ber bi başûr ve bi rê ketin. Hevalê Cûdî dixwest bimîne. Lê belê ji ber ku hînê nû bû, hevalan ew şandin. Piştî du salan careke din hat cem me, hat Cûdî. Rêxistin di demeke ku tesfiyekar di nava tevgerê de bû. Bi pêngava 1'ê Hezîranê re ji bo me pêvajoyeke nû destpê kir. Ji bo hevalê Cûdî jî ev bû destpêka serdemeke nû. Hevalê Cûdî ku ji aliyê şer û çalakiyan ve ti kêmasiya xwe tinebû, hevalekî bi fedekarî û cesareta xwe dihat naskirin bû.

'HEVRÊYÊ KÊLIYA ŞER'

DILGEŞ XOŞMER: Di sala 2006'an de li herêma Berdenazê min hevalê Cûdî nas kir. Hevalekî gelekî germ bû. Hevalê Cûdî berî were herêma Rojhilat, li Botanê mabû. Ji ber ku têkiliyeke germ a bi hemû hevalan re, di her wezîfeyê de hevalan dixwestin hevalê Cûdî jî li cem wan amade be.

Hevalê Cûdî bi taybetmendiyên xwe yên şervaniyê dihat anskirin. Hevrêyê kêliya şer bû. Di her şert û mercî de em pê piştras bûn. Hevrêyên xwe ti carî di nîvê rê de nedihişt. Bi hevrêtiya xwe ya bi vî rengî û bi hêrsa xwe ya li hemberî dijmin dihat naskirin. Bi cesaret, taktîk û tecrûbeyên xwe re bawerî dabû derdorê. Durust û ji dil bû. Di her karî û çalakiyê de her li pêş bû. Gelekî bi cesaret bû û bi ser dijmin de dimeşiya.

'XWEDIHÊ RUHÊ RAPERÎNER'

ŞAHÎN ZAZA: Hevalê Cûdî ji Koçerên Êlihê bû. Di sala 2010'an de weke fermandarê yekîneya me hat. Di tevlîbûna li nava jiyanê û rêbaza fermandariyê de ti teredûta wî tinebû. Sekna wî bandor li mirovan dikir. Moralê xwe gelekî bilind bû. Ti carî xwe ji pirsgirêkan venedigirt, yekser çareser dikir. 

Sekna wî ya li nava jiyanê, nêzîkatiya li rêveçûna rêxistinî, sekna di xetê de û nêzîkatiya li gel, bandor li mirovan dikir. Bi rûkeniya xwe re di nava nîqaşan de bandor li hevalan dikir. Xwedî ruhekî raperîner bû ku ti carî serî neditewand.

'FERMANDARÊ MEZIN Ê ÇALAKIYAN'

DEVRÎM MÊRDÎN: Li hemberî êrîşên li dijî Rêbertî, partiya me xwest di sala 2012'an de bi pêngava şerê gel ê şoreşger re bersivê bide. Li ser vê bingehê ji bo destekê bidin pêngavê weke hêzeke ji tabûrekê em ji herêma Heftanînê derbasî herêma Zapê bûn. Em ê li vê derê tevlî çalakiyan bibûna. Piştî ku em gihaştin herêmê, hevalê Cûdî yekser cihê xwe di nava koma çalakiyê de girt. Hevalê Cûdî ku fermandarê me yê bolukê bû, wê fermandariya baskê êrîşê jî bikira. Hevalê Cûdî weke milîtanekî bi baweriyeke mezin berê xwe da bû bersivdayînê. Gelek heval tevlî vê çalakiya berfireh bûn. 

Di hedefê de qereqoleke mezin hebû. Dema me fikarên xwe yên li ser kêmaniya cebilxaneya xwe bilêv kir, hevalê Cûdî keniya û got, "Eger fîşekên me têrê neke, hingî çekên em ji ser dijmin rakin, bi kar bînin. Eger ev jî têrê neke em ê xwe bidin aliyekî û ji baskê parastinê re bêjin ku qereqolê ji binî ve rake." Di vir de nîşan dida ku di her şert û mercî de wê ew qereqol bê xisitn. 

Bi sekin, rûkenî û moralê xwe re, haya xwe ji berpirsyariya xwe hebû. Ji ber kêmasiyekê ev çalakî hat betalkirin. Li şûna wê çalakiyeke ji vê biçûktir hat lidarxistin. Hedef girekî bi navê Tepê Ortê bû. Hevalê Cûdî piştî pêkanîna keşf û plana wê, bi komekê re êrîşî hedefê girt. Êrîşê destpê kir. Hevalê Cûdî bi ruhekî bêhempa derket pêş û li dijî dijmin şer kir.

'YÊ DI ŞER DE PÊŞENGIYÊ NEKE, FERMANDAR NÎNE'

NÎHAT KOBANÊ: Hevrêtiya hevalê Cûdî bilind û li ser bingeha bîrdoziyê bû. Nêrînên hevrêyên xwe li ber çavan digirt û kar jî di vê çarçoveyê de bi rêxistin dikir. Heval bi şervaniya xwe dihat naskirin. Di sala 2012'an de em bi hev re tevlî çalakiyekê bûn. Heval li wir birîndar bû. Berî biçe tedawî bibe got, 'Ji bo vê şoreşê me beşeke biçûk a karê xwe heta niha kirine. Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe, em canê xwe jî bidin kêm e."

Piştî wê çalakiyê di bihara 2012'an de em bi hev re tevlî çalakiyeke din bûn. Me xwe gihandibû binê çeperê. Hingî wî ji me re got, ku ji bilî wî bila kes neçe. Bi gotina "Di şer de fermandarekî ji şervanên xwe re pêşengiyê neke, ew ne fermandar e" bi ser çeperê de çû. Bombe avêt nava çeperê û şer destpê kir. Li wê derê 24 leşker hat kuştin. Di vê çalakiyê de hevalê Cûdî tevî du hevalan tevlî nava karwanên nemiran bû. Îspat kir ku ji bo hevrêyên xwe dikare canê xwe feda bike.

...