Çalakiya ji bo bîranîna 'Şehîdên Bagokê': 5 polîs hatin kuştin

Gerîlayan li ser rêya Şemrex-Amedê, ji bo bîranîna 'Şehîdên Bagokê' çalakiyeke sabotajê lidar xistin û di encamê de 5 polîs hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrêşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG'ê da xuyakirin, ku roja 22'ê Adarê saet di 11:00 de li nêzî gundê Sûltan Şêxmûs li ser rêya navbera navçeya Mêrdîn Şemrex û Amedê, hêzên gerîla li hemberî konvoyeke polîsan çalakiya sabotajê lidar xistin û di encamê de 5 polîs hatin kuştin. HPG'ê got, "Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li Bagokê şehîd ketin, hatiye lidarxistin."

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn: "Roja 21'ê Adarê saet di 08:00 de li hemberî Leşkergeha li Osmaniyeyê hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de topên ji aliyê hêzên me ve hatin avêtin li leşkergehê ketin. Agahiyên berfireh li ser encama vê çalakiyê bi dest neketine.

13'ê Adarê saet di 12:00 de li hemberî konvoyeke leşkerî ya ji qereqola Oremarê ber bi qada operasyonê ve dihat veguhastin, yekîneyên me yên gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Li dû çalakiyê şer derket. Di vî şerî de 2 gerîlayên me bi lehengî li ber xwe dan, şehîd ketin."

ÊRÎŞÊN BI HAWAN Û OBUSAN

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:

"21'ê Adarê saet di navbera 04:00-04:30 de qereqola Mamreş a li navçeya Colemêrg Şemzînanê; Girê Ronahî yê li herêma Avaşînê, roja 22'ê Adarê saet di navbera 13:00-16:30 de qereqola Zeytê; qada Hoppê û Dola Zeytê bi obus û hawanan bombe kirin.

Roja 22'ê Adarê saet di navbera 15:00-16:00 de qereqola Arûş a li navçeya Şirnex Qilabanê; girê Kuroşîno yê li herêma Metîna, di heman saetê de qereqola Elemûnê; girê Şehîd Dîlber bi obus û hawanan bombe kirin.

22-23'ê Adarê saet di navbera 10:00-06:00 de qereqolên Serê Sevê, Şkêr û Erîş ên li navçeya Colemêrg Çelê; girên Xeregol û Çiyayê Reş ên herêma Zapê; 22'ê Adarê saet di navbera 11:00-12:00 de qereqola Şkêrê jî derdora xwe bi obus û hawanan bombe kirin.

Roja 22'ê Adarê saet di navbera 14:00-14:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li qada Govendê ya herêma Zarosê, roja 23'ê Adarê saet di navbera 01:00-02:30 de jî bombe li girê Berbizina yê herêma Xinerê barandin."

TEVGERA HEWAYÎ DEWAM DIKE

HPG'ê li ser tevgera hewayî jî ev agahî da: "21-23'ê Adarê saet di navbera 16:00-04:00 de li herêma Zapê, 21-22'ê Adarê saet di navbera 16:00-11:00 de li herêma Avaşîn, 22-23'ê Adarê saet di navbera 20:00-01:00 de li herêma Heftanînê û 23'ê Adarê saet di navbera 05:00-09:00 de li herêma Xakurkê bi balafirên şer ên bêmirov re keşif hatiye kirin.

Roja 23'ê Adarê saet di navbera 01:00-02:30 de li herêma Xakurê, saet di navbera 01:00-04:00 de jî li herêma Zapê balafirên şer geriyan."

GERÎLAYEKÎ KRÎZA DIL DERBAS KIR

HPG'ê da zanîn, roja 10'ê Adarê li herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla Gabar-Fîraz Hûmayan ê bi wezîfeya xwe radibû, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da û got, "Heval GLabar ê ku di sala 2010'an de ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî refên têkoşîna azadiyê bû, di demeke kurt de ji aliyê gerîlatiyê ve xwe gihand asta hostatiyê û ber bi fermandarbûyînê ve gavên girîng avêt. Hevalê gabar ku li dijî êrîşên li hemberî Rêberê me, nirxên me yên têkoşînê û gelê me di xeta milîtaniya Apoyî de bi biryardarî têdikoşiya, di sala 2016'an de gava bi berpirsyariya xwe radibû şehîd ket. Ji bo bîranîna wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşînê bi biryardeiyeke mezin bi ser bixînin. Em ji malbata hêja ya Hûmayan re sersaxiyê dixwazin."

AGAHIYÊN LI SER NASNAMEYÊN 3 GERÎLAYAN

HPG'ê agahiyên li ser nasnameyên 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bi raya giştî re parve kir:

Nasnav: Baz Rêzan
Nav paşnav: Adnan Bozkûrt
Ji dayikbûn: Colemêrg
Navên dayik û bav: Husna - Hasan
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Adara 2016 / Oremar

Nasnav: Rênas Devrîm
Nav paşnav: Azad Yilmaz
Ji dayikbûn: Mêrdîn
Navên dayik û bav: Hulya - Mîthat
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Adara 2016 / Oremar

Nasnav: Gabar Rojhilat
Nav paşnav: Fîrat Hûmayan
Ji dayikbûn: Seqiz
Navên dayik û bav: Halîme - Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Adara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê