4 lêpirsînên cuda li Newroza Amedê hat destpêkirin

Têkîldarî pîrozbahiya Newroza li Amedê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” 4 lêpirsînên cuda dan destpêkirin.

Têkîldarî pîrozbahiya Newroza li Amedê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” 4 lêpirsînên cuda dan destpêkirin.

Piştî pîrozbahiya Newroza duh li Parka Newroz a Amedê bi tevlîbûna sed hezaran pêk hat, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” 4 lêpirsînên cuda dan destpêkirin. Hate hînbûn ku lêpirsîn di çarçoveya Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re ji ber alên PKK’ê yên li qadê hatine hildan û dema pêşendana sînevîzyonê têkîldarî kesên ku di dîmenên navçeya Sûrê de cih girtine hatiye destpêkirin.

Hate hînbûn ku nasnameyên 12 jê zarok 21 tewanbarî yên der heqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, hê nehatiye tespîtkirin.