Rojava silav da Cizîra Botan
Li gundê Endîwerê yê li Rojavayê Kurdistanê, ku li pêşberî Cizîra Botan e, bi wesîleya Newroza li Cizîrê çalakiyek hat lidarxistin û berxwedana Cizîra Botan hat silavkirin.

Di çalakiyê de Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk Telhet Yûnis axivî û got, "Newroza Rrojava Newroza Federaliya Demokratîk û Azadiya Gelan bû, wê Newroza Bakur jî bibe Newroza serketin û azadiya Rêber APO be."
Yûnis di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê hemû rengê çekan dane bikaranîn û got, "Lê belê, tevî vê yekê jî wan nikarîbûn agirê meşeleya Newroza Bakurê Kurdistanê bitefînin. Newroza Amedê ya îsal îspata vê yekê bû."
Şêniyan bi dirûşmeyan hemû bajarên Bakûrê Kurdistanê silav kirin. Bi awazên şoreşgerî û govend gerandinê Newroza Cizîra Botan û hemû bajarê Bakurê Kurdistanê pîroz kirin.
Tê payîn ku endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava meşeleya Newrozê bi şev vêxin û Newroza Cizîra Botan silav bikin.
Gel vegeriye lê belê hîna ciwan li çiyê çalakiyê lidar dixin.