Meşa gelê Wanê ya ber bi Geverê ve destpê kir

Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Geverê bi sedan kes ji Wanê ketin ser rê û berê xwe dan navçeyê.

Li Wanê, li ser banga HDP, DBP, KJA û KURDÎ-DER'ê, bi sedan kes li hev civiyan û ji bo şikandina dorpêçiya ev 11 roj in dewam dike berê xwe dan navçeya Colemêrg Geverê.

Girseya gel, ku parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer jî di nav de ye, danê sibehê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Nûda ya li taxa Xaçort a li navçeya Îpekyolû li hev civiya û ket ser rê. Lê belê polîsên Tirk dema gel ji Wanê derdiket bi TOMA'yan pêşî lê girtin. Polîsan nasnameyên welatiyên di wesayîtan de kontrol kirin û kesen bi navê Mehmet Kartal û havar Dûman binçav kirin. Astengiya polîsên Tirk a li pêşiya gel dewam dike. Di vê navberê de polîsên 'tevgera taybet' gefê li rojnamevanên dixwazin vê astengiyê bikişînin dixwin. Hat ragihandin, ku polîsan ji rojnamevanan re gotine, 'Eger ev wêne yan jî dîmen li cihekî bê weşandin, em zanin em ê çi bikin."

Li aliyê din, li navçeya Elbakê jî girseya gel ji bo biçe Geverê li ber avahiya DBP'ê li hev dicive. Girseya ji navçeya Îpekyolû wê xwe bigihîne ya li Elbakê û bi hev re berê xwe bide Geverê.