Cenazeyê Bozkûrt a li Sûrê hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Dîlber Bozkûrt a li Sûrê hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Dîlber Bozkûrt a li Sûrê hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Dîlber Bozkûrt a li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin, duh ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê hat rakirin û anîn Mêrdînê. Cenaze danê sibehê ji aliyê bi sedan kesî ve ku parlamenterên HDP'ê jî di nav de hebûn, li rawestgeha Deywan a navçeya Kerboranê hat peşwazîkirin. Lê belê çeteyên AKP/Qesrê konvoya cenaze li pêşiya navçeyê dan sekinandin û girseya gel di kontrola GBT de derbas kirin.
Li navçeyê ku dikandaran dikanên xwe venekirin, darbesta cenazeyê Bozkûrt li ser milan biringoristana navçeyê. Di dema vê meşa ber bi goristanê de çeteyên AKP/Qesrê bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin. Girseya gel xwe ji êrîşan parast. Tevî vê êrîşê jî gel xwe gihand Goristana Seyîd Hasan û cenazeyê Bozkûrt veşart.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" bavê Bozkûrt Ramazan Bozkûrt peyivî û got, "Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin. Bila serê Kurdistanê sax be."
Li dû merasîma cenaze girseya gel çû serdana mala sersaxiyê ya li taxa Saraye.