Desteya Karên Hundir a Kantona Kobanê diyar kir, Hêzên Asayîşê 3 çeteyên DAIŞ’ê yê dixwestin xwe biteqînin, kuştine. Desteyê da xuyakirin, ku ji ber rewşa ewlekariyê pîrozbahiyên Newrozê li hinek cihan hatine betalkirin
Têkildarî mijarê Desteya Karên Hundir a Kantona Kobanê daxuyaniyeke nivîskî pêşkêşî raya giştî kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 21’ê Adarê saet di 05:00 ê sibehê de komek çeteyên DAIŞ’ê ku hejmara wan 5 kes bûn, cilên YPG’ê li xwe kiribûn û êrîşî benda kontrolê ya Asayîşa bajarokê Sirînê kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hêzên Asayîşê nasnameya wan çeteyan dinasin û bi alîkariya YPG’ê vê bûyerê lêkolîn dikin. Li gorî daxuyaniyê, di encama destwerdanê de 3 çete hatin kuştin û 2 ji wan jî xwe teqandin. Di êrîşê de 2 endamên Asayîşê sivik birîndar bûn.
Di dawiya daxuyaniyê de Desteya Karên Hundir da zanîn, ku her tim hêzên wan ji bo ewlekariya gel û parastinê di nava liv û tevgerê de ne.
Têkildarî qedexekirina pîrozbahiyên Newrozê Desteya Karên Hundir ev agahî da, “Ji ber rewşa ewlekariyê û parastinê me li gelek navendan pîrozbahiyên Newrozê qedexe kirin. Me tenê li navenda Kantona Kobanê pîroz kirin.”
Desteyê di daxuyaniyê de diyar kir ku beriya niha wan hemû alî û saziyên Kobanê di mijara destûrê de hişyar kirine û got “Beriya niha me hemû alî û sazî hişyar kirin, ku dema kom dibin divê destûrê bigirin.”
Ji bo aliyên dibêjin 'me destûra pîrozbahiyên Newrozê girtine' Desteyê wiha got “Me destûra pîrozkirina Newrozê nedaye kesekî û ji ber rewşa ewlekariyê û parastinê me destûr neda ku Newroz li her deverê were pîrozkirin.”