Şer li Nisêbîna berxwedêr giran e

Li Nisêbîna ku bi rojan e li dijî êrîşan berxwedan heye, di roja 10. a 'qedexeyê' de êrîşên bi top û hawanan dijwar bûn. Li taxên berxwedanê, berxwedana hêzên YPS'ê ya li dijî êrîşan dewam dike.

Di roja 10. a 'qedexeya derketina derve' de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê berxwedan kêlî bi kêlî mezin dibe.

Êrîş bi giranî li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê tên kirin. Car carna şer jî diqewime.

Duh êvarê ji tabûra leşkerî hawan li ser taxan hatin barandin. Danê sibehê jî bomberdûman li taxan hatin kirin.

Ji taxên li ser rêya Îpekê û qada Newrozê bi cih bûne, top li taxên Firat û Abdulkadîrpaşa tên barandin.

Tevî topbaranê bi çekên giran gule li taxan tên reşandin. Avahiyek ji 6 qatan hedef hat girtin û demeke dirêj gule lê hat reşandin. Ji ber vê êrîşê du bi ser avahiyê ket.

Ji tanên li goristana Veysîka bi cih bûne jî top li taxên Dîcle û Yenîşehîrê tên barandin.

Li herêmê dem bi dem dengê teqînên dijwar tê. Dû bi ser taxan ketiye.

Ber bi taxan ve liv û tevgera ambûlansan dewam dike.

Li Nisêbînê, ku berxwedan di roja 10. de ye, cenazeyên 5 endamên YPS'ê yên jiyana xwe ji dest dan, hînê li taxan tên ragirtin.

Walîtî û qeymeqamtiya Tirk, serlêdanên ji bo rakirina cenazeyan red kirin.