Cenazeyê Yilmaz li Cizîrê hat veşartin
Cenazeyê Selamî Yilmaz ê li Cizîrê hat qetilkirin û li Dîlokê hat veşartin, piştî ku nasnameya wî zelal bû, malbatê cenaze rakir û li Cizîrê veşart.

Cenazeyê Yilmaz li benda kontrolê ya polîsan a li pêşiya navçeyê demeke dirêj hat sekinandin û piştre tevî maşînên zirxî yên polîsan cenaze birin goristana zarokan a li taxa Yafesê.
Piştî nimêja li goristanê cenazeyê Yilmaz li cem berxwedêrên Cizîrê yên hînê navên wan nehatine zelalkirin, hat veşartin.
Di merasîma cenaze de tevî Parlamentera HDP'ê yê Sêrtê Besîme Konca bi sedan kes amade bûn. Konca di axaftina xwe ya li vir de da xuyakirin, ku gelê Botanê ev 200 sal in li ber xwe dide û got, "Ya ku kêm be jî êşên me sivik dike, berxwedana van ciwanan, ruhê wan ê berxwedêr e. Di dema Osmanî de jî bûyerên bi heman rengî qewimîbûn. Lê belê gelê Kurd, zarokên berxwedêr ên Botanê serî li ber zilmê netewandibûn. Çi zû çi dereng, wê berxwedana me ya mafdar bi ser keve."