Taxên Nisêbînê tên bombekirin

Çeteyên Qesrê êrîşa bi hewanan ya li dijî 4 taxên Nisêbînê didomînin.

Êrîşên artêşa rejîma AKP'ê li dijî taxên Nisêbîna Mêrdînê 9 roj in berdewam dike. Tîmên ku nikarin ji bejahî encamekê bigirin vê carê bi bombeyên hewanan taxan bombebaran dikin. Ji saetên serê sibehê û vir ve êrîşên li ser taxên Abdulkadîpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîr de berdewam dike. Wesayitên ku li qada Newrozê bi cih bûne, taxên Firat û Abdulkadîrpaşa bombebaran dikin. Tîmên ku nikarin têkevin taxa Yenîşehîr û Dîcleyê ji tabûra leşkerî bombeyên hewanê davêjin taxan.

Şewata ku piştî nîvro destpê kir heta niha dom dike. Hêzên YPS û YPS-JIN nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxan û pevçûn li derdora taxan berdewam dikin. Liv û tevgera wesayitên zirxî û ambûlansan li ser Rêya Îpekê dom dike.