CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ji Rûsya, Îran û Sûriyeyê li Bexdayê navenda koordînasyonê ya hevpar
Îdîayên ku dibêjin 'Rûsya, piştî Sûriyeyê wê li Iraqê jî tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bibe', bi gavên şênber xurt dibin. -
Ji bo pêşketinê 17 armancên bingehîn ên NY
Di Civîna Bilind a Pêşketinê ya NY de, armancên ji bo 'Cîhaneke dikare lê were jiyîn' ên heta sala 2030'î, hatin qebûlkirin. -
Herikîna penaberan û skandala Volkswagen dibe ku bêkariyê zêde bikin
Serlêdanên penaberiyê yên îsal di asta rekorê de tên kirin û skandala Volkswagen a di qada aboriyê de xwedî cihekî girîng e, tê payîn ku rêjeya bêkariyê ya li Elmanyayê zêde bikin. -
Hilbijartinên Katalonya: Dengdayînê wê li ser serxwebûnê bê kirin
Li herêma Katalonya ya Spanyayê, ku nîqaş li ser serxwebûna wê tê kirin, hilbijêr li ser sindoqan e. Hilbijêr wê biryara xwe li gorî nêrînên 'serxwebûn an jî mayîna bi Spanyayê re' bide. -
Li Elmanyayê, kuştina bi deh mîlyonan çêlikan tê qedexekirin
Li Elmanyayê, salane zêdeyî 50 mîlyon çêlikên kedanî (heywanên pînikan) tên kuştin. Bi pêşnûme qanûekê re hewl tê dayîn dawî li vê yekê bê anîn. Pêşnûmeya ku li Meclîsa Eyaletan hat qebûlkirin, tê payîn ji aliyê Meclîsa Federal ve jî bê erêkirin. -
Xî: Em dest ji mafê xwe yê serweriya li Derya Başûrê Çînê bernadin
Çînê dubare kir ku ew ê dest ji mafê xwe yê serweriyê yê li Derya Başûrê Çînê, ku rêyên deryayî yê herî stratejîk ên cîhanê tê de derbas dibe, bernede. -
Elmanya wê penaberên zarok jî li nava eyaletan parve bike
Li Elmanyayê bi zêdebûna serlêdanên penaberiyê re hejmara penaberên zarok ên ji malbata xwe cuda hatine jî zêde dibe. Hikûmet plan dike ku penaberên zarok jî mîna penaberên din li nava eyaletan parve bike. -
Reforma nû ya îstîxbaratê ya li Elmanyayê hat erêkirin
Pêşnûme reformê ya ku erk û wezîfeyên rêxistinên îstîxbarata navxweyî û BND ên federal û li eyaletan ji nû ve sererast dike, ji aliyê Bûndesrat a ku weke Meclîsa Eyaletan tê zanîn ve hat qebûlkirin. -
Lêpirsîna di nava FIFA de kûr dibe: Li Blatter hat pirsîn
Lêpirsîna nelirêtiyê ya di nava Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) de kûr dibe. -
DYA: Em dikarin bi Rûsyayê re li Sûriyeyê hevkariyê bikin
Tevî ku tê îdîakirin Rûsyayê hêza xwe ya leşkerî li Sûriyeyê bi cih kiriye, DYA'ê da xuyakirin ku ew dikarin bi Rûsyayê re li ser hin mijaran hevkariyê bikin. -
NY di bin bandora şîrketên taybet de ye
Li gorî raporek ji aliyê saziya civaka sivîl Global Polîcy Forûm (GPF) a pêvajoyên siyasî yên navneteweyî dişopîne ve hat amadekirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) ji welatên endam bêhtir di bin bandora sazî û şîrketên taybet de ye. -
Saziyên alîkariyê li dijî polîtîka Elmanya ya li ser penaberan derketin
Li Elmanyayê, bi zêdebûna hejmara penaberan re hikûmeta federal hewl dide qanûnên xwe yên penaberiyê tund bike. Ev hewldan rastî nerazîbûna rêxistinên mafên mirovan tê. -
Hejmara kesên li Hecê mirin gihişt 717 kesan
Li bajarê Mekke yê Siûdî Erebîstanê di encama îzdîhama farîzeya Hecê de kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 717 kesan. -
Li Mekkeyê herî kêm 220 hecî mirin
Li Hecê, ji ber îzdihamê herî kêm 220 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Ji bo ewlekariya sînor û penaberan ji YE fona ji 1,7 mîlyar euroyî
Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) li hev kirin, ku di têkoşîna bi navê 'krîza' penaberan de foneke din a ji 1,7 mîlyar euroyî were bikaranîn. -
YE ji bo welatiyên xwe ji Facebookê biparêze ket nava tevgerê
Di rapora pispor a pêşkêşî doza li Dîwana Edaletê ya Ewropayê hat kirin de, daneyên bikarhênerên Facebookê yên Ewropî ku ji DYA re tên ragihandin, ji aliyê yekîneyên îstîxbarata DYA ve bi têrkerî nayên parastin. -
Fransa keştiyên şer ên Mîstral difiroşe Misirê
Fransa, keştiyên şer ên bi tîpa Mîstral ku ji ber pêkanînên di kêliya dawî de firotina wan a ji bo Rûsyayê betal kir, difiroşe Misirê. -
Ji Rûsyayê nerazîbûna li dijî projeya atomê ya DYA ya li Elmanyayê
Projeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo modelên nûjenkirî yê çekên nukleerî yên li Elmanyayê û anîna bombeyên nû yên atomê, rastî nerazîbûna Rûsyayê hat. -
Ji bo rojnamevan Dawît Îsaak ji 70 saziyên medyayê bang
Televîzyon û Radyoya Swêdê jî di nav de 81 berpirsyarên giştî yên weşanê yên 70 saziyên medyayê, ji bo serbestberdana rojnamevanê Erîtreyî Dawît Îsaak bangeke hevpar kirin. -
OECD: Koçberî bandorek neyînî li bazara hêza kar nake
Di rapora koçberiyê ya sala 2014'an a ji aliyê OECD ve hat weşandin de hat ragihandin, ku koçberiya ber bi welatên endamê rêxistinê ve, wê heta dawiya vê salê zêde bibe. -
Çîpras desteya wezîran a koalîsyona nû ava kir
Lîderê Syrîza Aleksîs Çîpras ê di hilbijartinên roja Yekşemê yên li Yewnanîstanê de careke din bi ser ket, desteya nû ya wezîfeyan ava kir. -
Bîlançoya êrîşên li Nîjeryayê giran dibe
Bîlançoya êrîşên çeteyên Boko Haram ên roja Yekşemê li Nîjeryayê pêk anîn, giran dibe. Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, di êrîşan de herî kêm 117 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
DYA wê ji bo penaberên Sûriyeyê 419 mîlyon dolar alîkariyeke din bide
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da xuyakirin, ku rêjeya alîkariya însanî ya ji bo penaberên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê neçar mane welatê xwe biterikîne, hatiye zêdekirin. -
Jina 91 salî ya hevkara Nazî ket ber lêpirsînê
Der heqê kesên di kampên komkirinê yên Naziyan de wezîfe kirine de, ku li van kampan di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de bi mîlyonan Yahûdî, Roman û mûxalîfên Elman hatin qetilkirin, lêpirsîneke nû hat vekirin. -
NY: Divê hewldanên li hemberî germahiya global bên zêdekirin
Sekretera Giştî ya Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî Chrîstîana Fîgûeres, bang li welatên cîhanê kir û xwest, di têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê de hewldanên xwe zêde bikin.