Ji bo ewlekariya sînor û penaberan ji YE fona ji 1,7 mîlyar euroyî

Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) li hev kirin, ku di têkoşîna bi navê 'krîza' penaberan de foneke din a ji 1,7 mîlyar euroyî were bikaranîn.

Lîderên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li ser banga Serokê Konseya YE Donalt Tûsk bi lezgînî li Brukselê civiyan, li ser mijara astengkirina hatina penaberan, li hev kirin. Di vê çarçoveye de biryar hat dayîn ku ewlekariya li sînorên derve yên YE bê zêdekirin û ji ajansên Neteweyên Yekbûyî yên li welatên cîranên Sûriyeyê, alîkariya ji 1 mîlyar euroyî bê kirin.

Serokê Konseya YE Donald Tûsk di axaftina xwe ya li civîna bilind de anî ziman ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û Afganîstanê, herikîna penaberan ber bi Ewropayê wê dewam bike. Tûsk got, "Ya behsa wê tê kirin ne bi hezaran e, bi mîlyonan penaber in" û ji welatên Yekîtiya Ewropayê xwest, ku amade bin.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel jî anî ziman ku weke welatên Ewropayê ew dikarin 'çareseriyên maqûl' peyda bikin. Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande jî xwest, budçeya nû ya ji penaberên re bê veqetandin, ji ajansên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî yê li Lubnan, Tirkiye û Urdunê re were ragihandin.

Bi budçeya duh di civîna bilind de biryar li ser hat dayîn re, budçeya giştî ya Yekîtiya Ewropa ji bo ewlekariya sînor û penaberan veqetandiye, gihaşt 9 mîlyar euroyî.