Ji bo rojnamevan Dawît Îsaak ji 70 saziyên medyayê bang

Televîzyon û Radyoya Swêdê jî di nav de 81 berpirsyarên giştî yên weşanê yên 70 saziyên medyayê, ji bo serbestberdana rojnamevanê Erîtreyî Dawît Îsaak bangeke hevpar kirin.

Banga ku di 14. salvegera girtina Îsaak de hat girtin û li hemû medya nivîskî û dîtbarî ya Swêdê de cih girt, bal kişand ser şert û mercên ragirtina Îsaak ku di hucreyeke ji 2x3 metreyî ya 15 kîlometre li derveyî paytexta Erître Asmara ev 14 sal in tê ragirtin.

Xwediyên bangê, ji ber daxuyaniyê rayedarên Erîtreyî di wê baweriyê de ne ku Îsaak hînê dijî û ji ber xemsariya hikûmeta Swêdê ya ji bo azadiya Dawît Îsaak, rêveberiyê rexne dikin.

Di bangê de ji hikûmeta Swêdê hat xwestin ku dawî li dîplomasiya xwe ya bêdeng bîne û ji bo serbestberdana Dawît Îsaak zextê li hikûmeta Erîtreyê bike.

Rojnamevan-nivîskarê Kurd Kurdo Baksî, di sala 5 hezarî ya ragirtina Îsaak a li girtîgehê de, ji bo bandorê li siyasetmedaran bike bangek kiribû û ji pêkhatina xwepêşandanek li Stockholmê re pêşengî kiribû. Baksî di hejmara îro ya rojnameya Metro ya Swêdê de got, "Hêvîdar im Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom yekser biçe Erître û bixwaze bi Dawît Îsaak re hevdîtine bike. Pêwîste Swêd xwedî li welatiyên xwe derkeve."

Îsaak ê ji ber gotareke xwe ya di rojnameyeke li Erître de ku polîtîkayên hikûmetê rexne kiribû, di 23'ê Îlona 2011'an de hat girtin û tevî ku 14 sal di ser de derbas bûye ne doz lê hatiye vekirin ne jî derketiye pêşberî dadgehê.

Hevser û zarokên Îsaak li bajarê Swêd Goteborgê dijî. Her wiha destûr nayê dayîn ku xizm û parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin.