Xî: Em dest ji mafê xwe yê serweriya li Derya Başûrê Çînê bernadin

Çînê dubare kir ku ew ê dest ji mafê xwe yê serweriyê yê li Derya Başûrê Çînê, ku rêyên deryayî yê herî stratejîk ên cîhanê tê de derbas dibe, bernede.

Serokdewletê Çînê Xî Jînpîng, di civîna çapemeniyê ya bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Barack Obama re, anî ziman ku ew ê mafên xwe yên serweriyê yên li Derya Başûrê Çînê biparêzin.

Xî Jînpîng got, "Giravên li Derya Başûrê Çînê, ji serdemên dûr û dirêj ên dîrokê û vir ve yên Çîniyan e" û destnîşan kir ku mafê wan heye serweriya xwe ya li ser xaka li herêmê biparêzin. Xî ragihand ku maf û berjewendiyên wan ên li deryayê, hiqûqî û rewa ne.

Serokê DYA Barack Obama jî anî ziman ku ew li dij in, Çîn hêza xwe ya leşkerî ya li Derya Başûrê Çînê xurt dike.

Çîn li ser Derya Başûrê Çînê ku ji bo bazirganiya deryayê ya navneteweyî xwedî girîngiyeke stratejîk e, doza temamiya mafên li herêmê dike. Di salên dawî de jî xebatên binesazî yên li herêmê zêde kir. Çîn li vê derê, gelek perav dagirt û bendergeh ava kir. Her wiha hêza xwe ya leşkerî ya li herêmê jî xurt kir.