Ji Rûsya, Îran û Sûriyeyê li Bexdayê navenda koordînasyonê ya hevpar
Îdîayên ku dibêjin 'Rûsya, piştî Sûriyeyê wê li Iraqê jî tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bibe', bi gavên şênber xurt dibin.
Îdîayên ku dibêjin 'Rûsya, piştî Sûriyeyê wê li Iraqê jî tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bibe', bi gavên şênber xurt dibin.
Li paytexta Iraq Bexdayê, bi beşdariya esferên Rûsya, Îran û Sûriyeyî navendeke koordînasyonê hat avakirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Rûs Interfaxê, ku agahiyên xwe spart çavkaniyên leşkerî û dîplomatîk, li Bexdayê navendeke hevpar a koordînasyonê ya ji pisporên leşkerî yên ıraq, Îran, Sûriye û Rûsyayê, hatiye avakirin. Li gorî nûçeyê, li vê navenda koordînasyona hevpar, tevî parvekirina agahiyên ji bo operasyonên li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê, hevkarî hatiye destpêkirin.
Hat ragihandin ku koordîneya navenda li Bexdayê di destpêkê de di destê rayedarekî leşkerî yê Iraqê de ye û wê bi dorê ji aliyê esferên welatên di ve bê rêvebirin.
Ajansê da zanîn ku di vê hevpariya Sûriye, Iraq, Îran û Rûsya ya li hemberî DAIŞ'ê de, ji bo gava yekemîn parvekirin agahî û îstîxbaratê tê kirin, lê di dema pêş de wê operasyonên leşkerî yên hevpar jî werin koordînekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî jî di daxuyaniya xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de anî ziman ku kêm be jî di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de wan serketinek bi dest xistine. Caferî ji bo wergirtina Mûsilê anî ziman ku ew 'xweşbîn' e.
Di vê navberê de Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê sibe li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê biaxive. Tê payîn ku Pûtîn di axaftina xwe de helwesta xwe ya di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê ya li Sûriye û Iraqê de, hin nîşaneyan aşkera bike.