Jina 91 salî ya hevkara Nazî ket ber lêpirsînê

Der heqê kesên di kampên komkirinê yên Naziyan de wezîfe kirine de, ku li van kampan di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de bi mîlyonan Yahûdî, Roman û mûxalîfên Elman hatin qetilkirin, lêpirsîneke nû hat vekirin.

Di daxuyaniya Heînz Dollel ê ji Dozgeriya Giştî ya Schleswîg-Holsteînê de hat ragihandin, ku der heqê jina 91 salî ya derket holê li Kampa Komkirinê ya Awûschwîtzê xebitiye de, lêpirsîn hatiye vekirin.

Jina ku navê wê nehat aşkerakirin, tê sûcdarkirin ku di navbera mehên Nîsan û Tîrmeha 1944'an de bi fermandarê Awûschwîtzê ve girêdayî operatoriya telefonê kiriye. Dozgerî di wê baweriyê de ye ku ji ber hevkariya bersûc a li kampa komkirinê, rola xwe di komkujiyan de ye.

Li Elmanyayê balkêş e, ku kesên di Duyemîn Şerê Cîhanê de rola xwe di qirkirina bi mîlyonan Yahûdiyan de hene, di nava 70 salên di ser re derbas bûye de, tên darizandin. Herî dawî Oskar Gronîng ê li bajarê Lunebûrgê hatibû darizandin, di meha Tîrmehê de bi 4 salan ragirtina li girtîgehê, hatibû mehkûmkirin. Derketibû holê ku Gornîng li Kampa Komkirinê ya Awûschwîtzê, hesabgir bû.