Li Mekkeyê herî kêm 220 hecî mirin

Li Hecê, ji ber îzdihamê herî kêm 220 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ji cihê bûyerê hatin, li wargeheke ji konan a Mekkeyê ya hecî lê bûn, di nava heciyên xwe amade dikirin biçin Kabeyê îzdiham derket. Hat ragihandin ku herî kêm 220 kesên di bin piyan de man jiyana xwe ji dest dan, 400 kes jî birîndar bûn.

Berî çend hefteyan jî li Mekkeyê, vîncekî di karê berfirehkirina Mizgefta Mezin de dihat bikaranîn bi ser heciyan ve ketibû û herî kêm 109 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 400 kes jî birîndar bûbûn.