Hilbijartinên Katalonya: Dengdayînê wê li ser serxwebûnê bê kirin

Li herêma Katalonya ya Spanyayê, ku nîqaş li ser serxwebûna wê tê kirin, hilbijêr li ser sindoqan e. Hilbijêr wê biryara xwe li gorî nêrînên 'serxwebûn an jî mayîna bi Spanyayê re' bide.

Li Katalonyaya ji 7,5 mîlyon nifûsî, weke favoriyê hilbijartinê tifaqa 'Ji bo erê em bi hev re (Junts pel Si)' ya bi lîderiya Serokê Herêmê Artûr Mas tê nîşandan. Anket nîşan didin ku tifaq wê 68 kursiyên Parlamenta Herêma Katalonya ya ji 135 kursiyan qezenç bike.

Artûr Mas soz da ku eger ew di hilbijartinan de bi ser bikevin, ji bo serxwebûna Katalonyayê, referandûm jî di nav de ew ê pêvajoya pêwîst bidin destpêkirin. Tifaq eger piraniya kursiyan bi dest nexe, tê payîn ku bi çep a radîkal Candidatura d'Unitat Popular (CUP) re hevkariyê bike.

Artûr Mas soz da bû ku eger di hilbijartinan de bi ser bikevin, wê Katalonya di nava 6 heta 18 mehan de serbixwe bibe.

Li gorî anketên hilbijartinê, tifaqa Junts pel Si ya bi serkêşiya Mas, bi rêjeya ji sedî 40'î re 65 heta 67 kursiyan bi dest dixe. CUP a alîgirê serxwebûnê jî bi rêjeya ji sedî 6'an 9-10 kursiyan werdigire.

Beriya hilbijartinên îro yên li Katalonyayê, ku ji hilbijartineke herêmî wêdetir veguheriye referandûma serxwebûnê, xuyaye hikûmeta Spanyayê di nava fikaran de ye. Serokwezîr Marîano Rajoy çend roj berê daxuyaniyek da û ji Katalanan xwest ku dengê xwe li dijî alîgirên serxwebûnê bi kar bînin.

Ji civaknasên Zanîngeha Madrîd Otonom Josep Lobera ji medya Elmanya re peyivî û got, "Yekane tişta li ser tê axaftin serxwebûn an jî mayîna bi Spanyayê re ye."

Katalonya, di nava Spanyayê de ji aliyê aborî ve weke herêma herî xurt derdikeve pêş. Referandûma serxwebûnê ya ku Serokê Herêmê Artûr Mas biryar da bû ku par di meha Mijdarê de bê lidarxistin, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a li Madrîdê ve hatibû sekinandin. Tevî vê biryara dadgehê jî Mas bi awayekî sembolîk referandûm organîze kiribû û bi qasî nîvê hilbijêran beşdarî dengdayînê bûbûn. Di encamê de ji sedî 80 ê hilbijêran dengê 'ji serxwebûnê re erê' bi kar anîbûn.