YE ji bo welatiyên xwe ji Facebookê biparêze ket nava tevgerê

Di rapora pispor a pêşkêşî doza li Dîwana Edaletê ya Ewropayê hat kirin de, daneyên bikarhênerên Facebookê yên Ewropî ku ji DYA re tên ragihandin, ji aliyê yekîneyên îstîxbarata DYA ve bi têrkerî nayên parastin.

Di doza aktîvîstê Awûstûryayî Maxîmîllîan Scherms a li dijî Facebookê li Dîwana Edaletê ya Ewropayê hat vekirin de, pêşketineke girîng rû da. Bi rapora pispor a ji aliyê Serdozgerê Dîwana Edaletê ve hat amadekirin re hat ragihandin ku betalkirina Peymana Safe Harboûrg a navbera DYA û welatên Ewropayê, dikare betal bibe.

Li gorî rapora ji aliyê Serdozgerê Fransayî Yves Bot ve hat amadekirin, hat destnîşankirin ku malperên înternetê yên DYA'yî ji bo bikarhênerên Ewropayê 'ewle' nînin.

Serdozger diyar kir ku agahiyên şexsî yên li navenda Ewropayê ya Facebookê ya li Dûblînê kom dibin, ji navenda li DYA re tên şandin û ti garantiya parastina van agahiyan li DYA nîne.

Li gorî qanûnên Yekîtiya Ewropayê, ragiahndina agahiyên şexsî ji welatên ne endamê yekîtiyê re, ancax bi şertê parastina agahiyan ji aliyê wan welatan ve, pêkane.

Eger dadgeh biryarek li gorî rapora pispor bide, dibe ku ev yek bandorek neyînî li gelek fîrmayên DYA yên li Ewropayê dixebitin, bike.