Sekretera Giştî ya Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) Chrîstîana Fîgûeres, bang li welatên cîhanê kir û xwest, di têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê de hewldanên xwe zêde bikin.
Fîgûeres civîneke çapemeniyê lidar xist û bibîr xist ku beriya Konferansa Avhewayê ya COP21 a di 30'ê Mijdarê de li Parîse destpê bike, 64 welatan ji bo kêmkirina belavkirina gaza serayê, plana aksiyonê pêşkêş kirine.
Sekretera Giştî ya UNFCCC a Neteweyên Yekbûyî (NY) Fîgûeres ragihand ku divê germahiya rûyê erdê li gorî dema beriya şoreşa pîşesaziyê bi 2 pîleyî bê bisînorkirin û anî ziman ku di mijara bisînokirina germahiya global de 'pêşketinên girîng' hene. Chrîstîana Fîgûeres da xuyakirin ku tevî hemû pêşketinan jî xeterî dewam dike.
Fîgûeres diyar kir ku germahiya global a ku beriya niha texmîn dikirin 4 heta 5 pileyî ye, bi saya planên aksiyonê yên salên dawî, dibe ku bi 3 pileyî were bisînorkirin.
Fîgûeres da zanîn ku divê welatên cîhanê bala xwe bidin ser 'rîtma kêmbûnê' ya di germahiya global de û ji welatên xizan ên bikevin bin bandora guhertinan avhewayê, alîkariyên malî werin kirin. Fîgûeres hişyarî da ku eger tedbîr neyên girtin wê zerarên mezin rû bidin.