CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Calaîsê drama penaberan mezin dibe
Hejmara penaberên li qada li dora Tunela Manşê ya Fransayê dijîn, di nava hefteyên dawî de bi du qatan zêde bû û gihaşt 6 hezarî. -
Li Dresdenê bi deh hezaran kes li dijî nîjadperestiyê civiyan
Li Elmanyayê, di salvegera damezrandina tevgera nîjadperest Pegîda ya li hemberî penaberan, bi deh hezaran kesên ji komên dijber hatin hemberî hev. -
Îxracata çekan a Elmanya: Di 6 mehên destpêkê de gihîşt hejmara 2014'an
Berevajî sozên Wezîrê Aboriyê yê sosyal demokrat, li Elmanyayê destûra ji bo îxracata çekan zêde dibe. -
Ji DYA-Siûdî û Tirkiyeyê civîna li ser 'Sûriyeyê'
Derket holê ku DYA xwestiye bi beşdariya Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Urdunê civînekê li ser Sûriyeyê lidar bixe û Rûsyayê jî tevlî vê civînê bike. -
Li Fransayê di referandûma tifaqa çep de ji sedî 90 dengê 'erê' derket
Li Fransayê, beriya hilbijartinên konseyên herêmê yên meha Kanûnê, Partiya Sosyalîst (PS) a li ser desthilatdariyê ye bi xeteriya windakirina gelek herêman re rû bi rû ye. -
Rûsyayê vê hefteyê li Sûriyeyê 346 mewziyên DAIŞ'ê rûxand
Serokê Daîreya Bingehîn a Operasyonê ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Kartapolov diyar kir ku di encama 394 sortiyên jetên Rûs ên li Sûriyeyê de 346 hedefên DAIŞ'ê hatin rûxandin. -
Îran wê hîn bêhtir 'şêwirmendên leşkerî' bişîne Sûriyeyê
Îran ku di hefteyên dawî de rola xwe ya leşkerî ya li Iraq û Sûriyeyê zelaltir dibe, da xuyakirin ku ew ê hîn bêhtir 'şêwirmendên leşkerî' bişîne Sûriyeyê. -
Li Ûkraynayê keştî binav bû: 12 mirî
Li peravên Derya Reş ên li nêzî bajarê Ûkrayna Odessayê, keştiyek binav bû. Di bûyerê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Siûdiyan bi şaşîtî bombe li hevalbendên xwe barandin: 30 mirî
Li Yemenê, koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ya li dijî milîên Hûsî yên Şîa hat avakirin, bi 'şaşîtî' bombe li leşkerên alîgirê hikûmetê barandin. Hat ragihandin ku di bûyerê de 30 leşker mirine. -
Papa dixwaze Dêr hîn bêhtir xweser bibe
Papa Francîscûs da xuyakirin, ku di wergirtina biryarên herêmî yên li ser endamên Dêra Katolîk de divê pîskopos hîn bêhtir xwedî erk bin û pêwîstî bi 'xweseriyeke' xurttir a Dêrê heye. -
Parlamenta Yewnanîstanê 'paketa reformê' qebûl kir
Li Yewnanîstanê, hin rêze guhertinên di berdêla krediyên Herêma Euro û IMF de tên xwestin, ji aliyê Parlamentê ve hat qebûlkirin. -
Li Brukselê zêdeyî 100 dijberên TTIP hatin binçavkirin
Li Brukselê, di çalakiya li dijî peymana bazirganiya serbest a navbera YE û DYA de, polîsan dest li xwepêşandêran werdan û di encamê de herî kêm 104 kirin binçavan. -
IPCC wê hewl bide raporên avhewayê li nava gel belav bike
Panela Guhertina Avhewayê ya navbera Hikûmetan (IPCC) da xuyakirin, ku ew dixwaze mesajên xwe yên li ser karesatên germahiya global dikare rê li ber veke, ji girseyên berfireh re ragihînin. -
Endamên nû yên demî yên KENY hatin diyarkirin
Di dengdayîna ji bo endametiya demî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de, 5 welatên endam hatin diyarkirin. Di nava endamên nû de Ûkrayna û Misir ên di salên dawî de bi şer û darbeyê ketin rojevê, hene. -
Li hemberî mizgeftek li Nîjeryayê êrîşa bombeyî: Bi dehan mirî
Li bakurrojhilatê Nîjeryayê, ji ber êrîşeke bombeyî ya çeteyên Boko Haramê, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Merkelê sînyala dersînorkirinê da
Hat ragihandin, ku ji ber zêdebûna ji nişka ve ya hemara penaberan li gelek bajarên Elmanyayê pirsgirêka cidî ya avahiyan rû daye. Ji Serokwezîr Merkel jî sînyala zêdebûna dersînorkirinê hat. -
Parlamenta Hollandayê bang li Tirkiyeyê kir: Bi PKK'ê re li dora maseyê rûnê
Parlamenta Hollandayê da xuyakirin, ku ji ber şîderta li Bakurê Kurdistanê zêde bûye sivîl zerarê dibînin û bang li hikûmeta Tirk ku bi PKK'ê re ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bike. -
BND sefaretxane û saziyên Ewropa û DYA'yê şopandiye
Îstîxbarata Elman a ku di salên daî de bi desteka xwe ya ji bo rexistinê îstîxbaratê ya Amerîka NSA ket rojevê, tê îdîakirin ku sefaretxane û saziyên welatên Ewropayê şopandiye. -
Fransa wê cudahiya di navbera benzîn û dîzelê de rake!
Li Fransayê, ku wê di dawiya meha Mijdarê de ji konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re malovaniyê bike, biryar hat dayîn ku dawî li wergirtina baca kêm a ji sotemeniya dîzelê bê anîn. -
Rûsya û DYA di hevdîtinên leşkerî de xwe 'nêzî hev' kirin-HAT NÛKIRIN
Hevdîtinên leşkerî yên li ser koordînasyona balafirên Rûsya û DYA yên ku li Sûriyeyê hedefên cuda bombe dikin, gihaşt encamekê. -
Reşik û xizan bi 11 salan kêmtir dijîn
Stastîstîkên bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), encamên standarta jiyanê ya di navbera xizan-dewlemend û spî-reşik de, nîşan dan. -
Medvedev diçe DYA
Nîqaşên piştî destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyeyê destpê kirin, dewma dikin. Hat ragihandin ku Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev diçe DYA. -
Rêveberiya Fîlîstînê ê li DCN giliyê Netanyahû û wezîran bike
Rêveberê RRF Seîd Erakat der barê êrîş û înfazên Îsraîl di hefteyên dawî de li hemberî xwepêşandêrên Fîlîstînî dikin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê li DCN a li Laheyê dozê vekin. -
YE pêkanînên xwe yên li hemberî Rûsya Spî radike
Li hemberî Rûsya Spî ku roja Yekşemê hilbijartinên xwe pêk anî, Yekîtiya Ewropa bi awayekî demî pêkanînên xwe radike. -
Firoşgeha alîkarî bi Kurdan re kir rastî boykota nîjadperestên Tirk hat
Yek ji firoşgehên girîng ên li Elmanyayê DM, ji bo Kurdên li Şengalê kampanyayeke biçûk a alîkariyê lidar xist, lê bû hedefa nîjadperestên Tirk.