Parlamenta Yewnanîstanê 'paketa reformê' qebûl kir

Li Yewnanîstanê, hin rêze guhertinên di berdêla krediyên Herêma Euro û IMF de tên xwestin, ji aliyê Parlamentê ve hat qebûlkirin.

Li Yewnanîstanê, hin rêze guhertinên di berdêla krediyên Herêma Euro û IMF de tên xwestin, ji aliyê Parlamentê ve hat qebûlkirin.

Di berdêla 'paketa alîkariyê" ya 86 mîlyar euroyî ku di meha Tîrmehê de li ser li hev hatibû kirin, ji hikûmeta Yewnanîstanê hatibû xwestin ku polîtîkayên şidadina kemberê bidomîne. Koalîsyona Syrîza-Anel a piştî hilbijartinên 20'ê Îlonê hat avakirin, hin rêze guhertin amade kir û ev yek ji aliyê parlamentê ve hat qebûlkirin. Di dengdayînê de 154 parlamenteran dengê erê, partiyên partiyên mûxalefetê yên çep û rast, dengê dijber bi kar anîn.

Di paketa reformê ya hatiye qebûlkirin de 49 sernav hene. Di nava xalên girîng ên vê paketê de cezakirineke giran a li hemberî qaçaxçitiya bacê, taybetîkirina bazara enerjiyê, kêmkirina mehaneyên teqawîtan û bilindkirina emrê teqawîtbûnê jî heye.