IPCC wê hewl bide raporên avhewayê li nava gel belav bike
Panela Guhertina Avhewayê ya navbera Hikûmetan (IPCC) da xuyakirin, ku ew dixwaze mesajên xwe yên li ser karesatên germahiya global dikare rê li ber veke, ji girseyên berfireh re ragihînin.

Serokê Giştî yê IPCC Hoesûng Lee li paytexta Fransa Parîsê bi Wezîra Hawirdorê Segolene Royal re rûnişt û anî ziman ku ew dixwazin xebatên xwe yên ji muzakereyên avhewayê, ji girseyên gel re ragihînin. Lee diyar kir ku divê xebat û raporên wan bi tenê bi cîhana zanistiyê re bi sînor nemînin û ragihand, ku di vî warî de ew ê hin xebatan bimeşînin.
Serokê IPCC da zanîn ku tevî enforgrafîstan, ji bo hêsankirina têgînên zanistî û belavkirina vê xebatê li nava gel, ew ê bi pisporan re hevkariyê bikin. Lee destnîşan kir, ku ew ê bi taybetî beşên encamê yên raporên li ser avhewayê ji gel re ragihînin.
Raporên IPCC pênc salan carekê amade dike, di muzakereyên welatên endamê Neteweyên Yekbûyî (NY) de weke referans tên dîtin. Li gorî lêkolînekê, pirsgirekên avhewayê yên IPCC balê dikişîne ser, ji aliyê girseyên berfireh ve 'nayên dîtin'. Di rapora roja Duşemê li kovara Natûre Clîmate Change hat weşandin de, hat destnîşankirin ku hewldanên IPCC ên ji bo têkiliya bi gel re, bê encam mane.
Tedbîrên dehan salên pêşiya me yên ji bo pêşîgirtina li germahiya global, wê di meha Mijdarê de li Parîsê di konferansa bi navê COP21 de werin nirxandin.