YE pêkanînên xwe yên li hemberî Rûsya Spî radike
Li hemberî Rûsya Spî ku roja Yekşemê hilbijartinên xwe pêk anî, Yekîtiya Ewropa bi awayekî demî pêkanînên xwe radike.
Li hemberî Rûsya Spî ku roja Yekşemê hilbijartinên xwe pêk anî, Yekîtiya Ewropa bi awayekî demî pêkanînên xwe radike.
Li hemberî Rûsya Spî ku roja Yekşemê hilbijartinên xwe pêk anî, Yekîtiya Ewropa (YE) bi awayekî demî pêkanînên xwe radike. Hat ragihandin, ku pêkanîn bi taybetî ji ber serbestberdana hin girtiyên siyasî beriya hilbijartinan, hatiye xwestin ku bi awayekî demî werin rakirin.
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê yê Fransayê Harlem Dêsîr da xuyakirin, ku di civîna bilind a Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê de biryar hatiye dayîn ku pêkanîn ji bo demekê werin rakirin. Li gorî vê yekê, qedexeya gera lîderê Rûsya Spî Aleksander Lûkaenko û 175 kesan û kontrolên malî wê ji meha Mijdarê û pê ve ji bo 4 mehan bên rawestandin.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steînmeîer der barê mijarê de agahî da û anî ziman ku biryara li ser rakirina bi temamî ya pêkanîn, wê di sala pêş de were dayîn.
Steînmeîer da zanîn, ku hilbijartinên roja Yekşemê ku Lûkaşenko ji sedî 83,5 ê dengan stend, 'li pîvanên navneteweyî nayên', lê belê di hilbijartinên dawî de 'hin guhertin hatine dîtin'. Wezîrê Karên Derve yê Elman, serbestberdana hin girtiyên siyasî beriya hilbijartinê, weke sedema dayîna vê biryara xwe nîşa dan.
Di daxuyaniya Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê de hatibû ragihandin ku di dema jimartina dengan û qeydkirina encamên hilbijartinên roja Yekşemê de hin rêze nelirêtî hatiye tespîtkirin.