Li Brukselê zêdeyî 100 dijberên TTIP hatin binçavkirin

Li Brukselê, di çalakiya li dijî peymana bazirganiya serbest a navbera YE û DYA de, polîsan dest li xwepêşandêran werdan û di encamê de herî kêm 104 kirin binçavan.

Li Brukselê, di çalakiya li dijî peymana bazirganiya serbest a navbera YE û DYA de, polîsan dest li xwepêşandêran werdan û di encamê de herî kêm 104 kirin binçavan.

Li hemberî peymana bazirganiya serbest a di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de, ku hînê bi encam nebûye, duh bi sedan kesan çalakî lidarxistin. Bi qasî 600 çalakgerên dor li Civîna Bilind a YE ya li Brukselê girtin, weke çalakgerên dijberê Peymana Hevkariya Razemenî û Bazirganiyê ya Transatlantîk (TTIP) çalakî pêk anîn, lê belê rastî destwerdana tund a polîsên Belçîkayê hatin.

Ji Spanya, Yewnanîstan, Fransa û Îtalyayê jî beşdarî li vê çalakiya çepgirên Belçîkî, hat kirin. Çalakgerên ketin herêma saziyên Yekîtiya Ewropayê lê ne, rastî destwerdana polîsan hatin û di encamê de zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin.

Polîsê Belçîkayê diyar kir ku çalakgeran xwestine civîna bilind a YE dorpêç bikin û gelek rêyên li taxa Schûmanê hatine blokekirin. Polîsan dan zanîn ku piraniya beşdarên vê çalakiyê ji Spanyayê hatine.

Di dema çalakiyên dijberên TTIP de di navbera polîs û xwepêşandêran de pevçûn derket. Hat îdîakirin ku mirovên hatine binçavkirin, ji ber ewlekariya herêma saziyên YE lê ne, hatine binçavkirin.