CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Spanyayê 3 gumanbarên DAIŞ'ê yên amadekariya komkujiyê dikirin hatin girtin
Hat ragihandin, ku li Spanyayê 3 çeteyên DAIŞ'ê yên ku amadekarî dikirin mîna bûyera Charlîe Hebdo komkujiyeke mezin bikin, hatine girtin. -
Ji bo armanca Afrîkayê ya 'ji sedî 100 elektrîk' banga alîkariyê hat kirin
Ji bo armanca 'ji sedî 100 elektrîk' a ji parzemîna Afrîkayê, ku piraniya şêniyên wê ji enerjiya elektrîkê bêpar in, pêwîstî bi alîkairya madî ya welatên pêşketî heye û banga alîkariyê hat kirin. -
Li Brezîlyayê berxwedana xebatkarên petrolê dewam dike
Li Brezîlyayê, greva bi deh hezaran kedkarên li şîrketa petrolê ya cemaweriyê Petrobras dixebitin, dewam dike. -
Koça ji Swêdê di asta rekorê de ye
Swêd, ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve bi pêla herî mezin a koçberiyê re rû bi rû ma û di nava vê salê de 99 hezar kesan serlêdana penaberiyê kirin. -
Şîrketa petrolê Shell li Nîjeryayê rê li ber qirêjiyê vedike
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku Delta Nîjerê ji petrolê nehatiye paqijkirin û şîrketa Shellê rê li be gemarîbûna xwezayê vekiriye. -
Siyasetmedarê Iraqî Ahmed Çelebî jiyana xwe ji dest da.
Ji damezrînerên Partiya Kongreya Neteweyî ya Iraqê Ahmed Çelebî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
DYA zextên beriya hilbijartinê li medyayê hatin kirin rexne kir
Di daxuyaniya li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê hat kirin de, zextên beriya hilbijartinê li medyayê hatin kirin, hat rexnekirin. -
Dadgeriyê dest li rewşa penaberên li Calaîsê werda
Li bajarê Fransa Calaîs ê li qiraxa Derya Manşê ye, xemsariya rêveberiyên herêmî û walîtiyê ya li hemberî herêma kampê ya 6 hezar penaber lê dijîn, dewam dike. -
Li zêdeyî 40 welatan bi sedan çalakiyên ji bo Kobanê
Ji bo pîrozkirina serketina Kobanê û destekkirina xebatên ji nû ve avakirinê, di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li çar aliyên cîhanê bi sedan çalakî hatin lidarxistin. -
Encamên 1'ê Mijdarê cihekî berfireh di medya cîhanê de girt
Encamên hilbijartinê giştî yên 1'ê Mijdarê yên li Tirkiyeyê, di medya cîhanê de jî cihekî berfireh girt. -
UNESCO: Di nava 9 salan de zêdeyî 700 rojnamevan hatin qetilkirin
Li gorî raporek ji aliyê Rêxistina Çand Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve hat aşkerakirin, di navbera salên 2006-2014'an de zêdeyî 700 rojnamevan li ser karê xwe hatin qetilkirin. -
Di hilbijartinên li Azerbaycanê de partiya Aliyev bi ser ket
Di hilbijartinên giştî yên duh li Azerbaycanê hatin kirin de, hat ragihandin ku partiya Serokkomar Îlham Aliyev, Azerbaycan a Nû bi ser ketiye. -
Li Elmanyayê êrîşa nîjadperest a li dijî penaberan
Li Elmanyayê, piştî êrîşa duh danê sibehê ya li hemberû Sûriyeyiyan, komên nîjadperest danê êvarê xwestin penaberan lînç bikin. -
Li gorî Merkel hejmara penaberan wê bigihêje 1 mîlyonî
Tê gotin ku heta dawiya vê salê, wê hejmara penaberên îsal gihaştine Elmanyayê gelekî zêdeyî 800 hezarî be. -
Li Arjantînê çalakiya Roja Kobanê ya Cîhanê
Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hat lidarxistin. -
Balafira Rûs a ji 224 kesan li Misirê ket xwarê-HAT NÛKIRIN
Ofîsa Serokwezaretiyê ya Misirê da xuyakirin ku balafireke rêwiyan a Rûs ku 224 kes tê de bûn û ji Misirê diçû Rûsyayê, li Nîvgirava Sînayê ketiye xwarê. -
'Li dijî xeteriya kansera ji ber xureka ji goşt hatiye çêkirin, hîn bêhtir agahdarî divê'
Ajansa Lêkolînên Kanserê ya Navneteweyî (IARC) beriya çend rojan encamên lêkolînekê ragihand û diyar kir ku xureka ji ber goştê sor hatine çêkirin, re li ber kanserê vedikin. -
Wêneyên nû yên peyka Satûrn Enceladûsê hatin weşandin
Wêneyên destpêkê yên yek ji peykên Satûrnê Enceladûs, ku ji aliyê pêgera fezayî Cassînî ve hatin kişandin, gihaştin cîhanê. -
Derbasbûna penaberan ji Awûstûya ber bi Elmanya ve 'nikare bê kontrolkirin'
Her roj bi hezaran penaber ji Awûstûryayê derbasî eyaleta Bavyera ya Elmanyayê dibin. Hikûmetên her du welatan li hev kirin ku hejmara nuqteyên kontrolê yên kêm bikin. -
'Astengiya' Elmanya ya li pêşiya firotina çekan ji bo Siûdiyan bû mijara dozê
Ji ber binpêkirina mafên mirovan û desteka ji bo rêxistinên çete, Elmanyayê biryar da ku îxracata parçeyên çekên G36 ên ji bo Erebîstana Siûdî bi sînor bike. Li hemberî vê biryarê şîrketa hilberîner Heckler & Koch doz vekir. -
Li Derya Egeyê komkujî: 21 penaberan jiyana xwe ji dest dan, 100 winda
Li Derya Egeyê, du keştiyên penaber tê de bûn binav bûn. Di bûyeran de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes winda bûn. -
YE pêkanînên li hemberî Rûsya Spî sekinand
Piştî ku Aleksander Lûkaşenko cara pêncemîn di 11'e Cotmehê de bû Serokkomarê Rûsya Spî, daxuyaniyên erênî yên ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatin dayîn, veguherîn gavên şênber. -
Keştiya penaberan binav bû: Bi dehan kes winda ne
Keştiyek ji penaberan a ji Fasê diçû Spanyayê bi nav bû. Di bûyerê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî 30 penaber winda ne. -
Li hemberî bîrdariya qirkirina Romanan êrîşa Neonaziyan
Li paytexta Elmanya Berlînê, bîrdariya Romanên di dema Nazî de hatin qetilkirin rastî êrîşa nîjadperest a Neonaziyan hat. Nîjadperestan li pêşiya bîrdariyê xaça naziyan çêkirin û dirûşma 'gazê bidin wan' ya gefxwarinê nivîsandin. -
DYA wê bi berdêla 70 mîlyonî çekan bifiroşe Tirkiyeyê
Ajansa Hevkariya Ewlekarî û Parastinê ya DYA diyar kir ku wê ji Tirkiyeyê re bi 70 mîlyon dolarî çek û cebilxane bê firotin.