Li gorî raporek ji aliyê Rêxistina Çand Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve hat aşkerakirin, di navbera salên 2006-2014'an de zêdeyî 700 rojnamevan li ser karê xwe hatin qetilkirin. Di raporê de hat ragihandin ku bi tenê di 9 mehên îsal de 70 rojnamevan hatine qetilkirin û di nava her 5 rojan de rojnamevanek li ser karê xwe hatine qetilkirin.
Ji rojnamevanên jiyana xwe ji dest dan, ji sedî 89 ji bo rojname-kovar an jî radyo-qenalên televîzyonê, ji sedî 6 jî ji bo rojnamevaniya înternetê dixebitin. Ji sedî 5 ê van rojnamevanan jî li gelek organên medyayê dixebitîn.
Li gorî rapora UNESCO, bûyerên qetilkirina rojnamevanan li welatên Ereban gelekî zêde bûne. Di navbera salên 2013-2014'an de ji 178 rojnamevanên hatin qetilkirin 64 ji wan li welatên Ereb hatin qetilkirin. Di navbera heman salan de li Latîn Amerîka û Karîbîkan 51, li Asya û Pasîfîkê 30, li Afrîkayê 23 û li welatên Ewropaya Navîn û Rojhilat 10 rojnamevan hatin qetilkirin.
Ji rojnamevanên di sala 2013'an de jiyana xwe ji dest dan 8 ji wan weke nûçegihanê derveyî welat dixebitîn. Ev hejmar di sala 2014'an de gihîşt 20 rojnamevanan. Di sala 2014'an de ji 17 nûçegihanên jiyana xwe ji dest dan 12 ji wan li Sûriye yan jî Ûkraynayê dixebitîn bûn.
Nuqteyeke din a ku UNESCO di rapora xwe de balê dikişîne ser ew e, ku piraniya rojnamevanên hatine qetilkirin, bi awayekî kiryar ne diyar hatine qetilkirin. Li gorî vê yekê, ji van cînayetên sala 2012'an ji sedî 5, yên sala 2014'an jî bi tenê ji sedî 8 hatin ronîkirin.