Li Brezîlyayê berxwedana xebatkarên petrolê dewam dike
Li Brezîlyayê, greva bi deh hezaran kedkarên li şîrketa petrolê ya cemaweriyê Petrobras dixebitin, dewam dike.
Li Brezîlyayê, greva bi deh hezaran kedkarên li şîrketa petrolê ya cemaweriyê Petrobras dixebitin, dewam dike.
Li Brezîlyayê, greva bi deh hezaran kedkarên li şîrketa petrolê ya cemaweriyê Petrobras dixebitin, dewam dike. Ji ber greva xebatkaran ku daxwazên wan ên ji bo maf nehatine qebûlkirin, yek ji çar parên hilberîna petrolê ya li welêt kêm bûye. Hat ragihandin ku Petrobras hewl dide pirsgirêkê, bi karkerên demî yên ne hoste re, çareser bike.
Bi qasî 40 hezar xebatkarên Petrobras a ji 85 hezar karkeran, bi pêşengiya Federasyona Xebatkarên Petrolê ya Navneteweyî (FNP) di dawiya hefteya derbasbûyî de dest bi grevê kiribûn û greva xwe didomînin.
Bi grevê re di heman Îlonê de hilberîna petrolê ku rojane 2 mîlyon varîl bû, ji sedî 25 kêm bû. Rêveberiya Sendîkaya FNP Emanûel Cancella da xuyakirin ku her çend ji ber grevê hilberîn di vê astê de kêm bû jî, şîrketa Petrobras di 'helwesta xwe ya tund' de israr dike.
Rêvebera Sendîkayê da xuyakirin, ku şîret ji bo vê valahiya derketiye holê çareser bike, karkerên demî yên ne hoste tevlî kar kiriye.
Sendîkayên ku bi deh hezaran kedkarên petrolê yê Brezîlyayê temsîl dikin dixwazin, herî kêm ji sedî 18 mûçeyên karkeran bên zêdekirin. Li gorî agahiyên ji aliyê sendîkayan ve hatin dayîn, di hevdîtina dawî ya bi Petrobras re, zamek ji sedî 8'an hatiye pêşniyar kirin.
Di şîrketa petrolê ya cemaweriyê Petrobras de beriya niha skandaleke mezin a bertîlê derketibû holê û Serokdewlet Dîlma Roûssef jî di nav de navê gelek encamên hikûmetê tevlî vê skandalê bûbû. Şîrketê dabû xuyakirin ku di sala 2014'an de herî kêm bi 2 mîlyar dolarî zerar kiriye û razemeniyên wê wê di salan pêş de ji 27 mîlyaran dakere 19 mîlyar dolaran.