Li zêdeyî 40 welatan bi sedan çalakiyên ji bo Kobanê

Ji bo pîrozkirina serketina Kobanê û destekkirina xebatên ji nû ve avakirinê, di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li çar aliyên cîhanê bi sedan çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo pîrozkirina serketina Kobanê û destekkirina xebatên ji nû ve avakirinê, di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li çar aliyên cîhanê bi sedan çalakî hatin lidarxistin.

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, ku bi pêşengiya Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê (EUTCC) a Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hat îlankirin, cara duyemîn bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Ya destpêkê par di dema şikandina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de pêk hat. Bi deh hezaran mirovên di sala 2014'an de ji bo destekkirina berxwedana mirovahiyê ya li Kobanê daketin kolanan, îsal jî ji bo ji nû ve avakirina Kobanê xwestin ambargo bê rakirin.

ÇALAKIYÊN ÎSAL DI NAVA SÊ ROJAN DE HATIN LIDARXISTIN

Astengiya herî mezin a li pêşiya ji nû ve avakirinê, Tirkiye ye. Desthilatdariya AKP'ê ji bo pêşîgirtina li destketiyên li Rojava ji aliyekî ve bi dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê re hevkariyeke vekirî dike, li aliyê din jî nahêle ku pêwîstiyên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê werin derbaskirin.

Li gorî agahiyên ji amadekaran hatin wergirtin, Roja Kobanê ya Cîhanê îsal li zêdeyî 40 welatan li bi sedan bajaran hat pêşwazîkirin.

Ji par cudatir, çalakiyên îsal di nava sê rojan de hatin ldarxistin. Çalakiyên ku di 31'ê Cotmehê roja Şemiyê de destpê kirin, heta 2'ê Mijdarê dewam kirin. Li her bajarî komîte, kom an jî rêxistinên cuda ji van çalakiyan re pêşengî kirin. Ji ber vê yekê hemû çalakî li heman rojê rast nehatin. Komên ku ji bo Kobanê projeyên cuda yên weke dibistan û nexweşxane amade kirine, ji bo projeyên xwe alîkariya madî kom kirin.

PÊNC PARZEMÎNAN JI ÇALAKIYÊN ROJAVA RE ŞAHIDÎ KIRIN

Çalakiyên îsal ji Rojava heta Afganîstan û Pakîstanê, ji wir heta Ewropa, Afrîka, Amerîka û Awûstûrlyayê li qadeke berfireh pêk hatin. Bi kurtasî pênc parzemînan ji çalakiyên Rojava re şahidî kirin.

Li hemû bajarên bingehîn ên Rojava, îsal gel di 1'ê Mijdarê de daketin kolanan. Tevî bajarên Kurdan Kobanê, Efrîn, Hesekê, Qamişlo, Reco, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Rimêlan û Serêkaniyê, li paytexta Sûriye Şamê jî çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin.

Li Başûrê Kurdistanê jî îsal tevlîbûneke xurt hebû. Li Başûrê Kurdistanê ku di mehên dawî de krîzên giran ên siyasî û aborî lê heye, li 6 bajaran çalakiyên ji bo destekkirina Kobanê hatin organîzekirin.

JI ROMA HETA KABÎLÊ BI SEDAN ÇALAKÎ

Çalakî herî zêde li Ewropayê hatin lidarxistin. Îtalyayê li 33 bajaran malovanî ji çalakiyên Kobanê re kir û weke welatê herî zêde çalakî ji bo Kobanê pêk anî, derket pêş. Piştî Îtalyayê bi çalakiyên xwe yên li 31 bajaran re Elmanyayê di rêza duyemîn de cih girt.

Li 16 bajarên Fransayê, li 8 bajarên Îngilîstanê, li 8 bajarên Swîsreyê û li 8 bajarên Swêdê çalakiyên ji bo Kobanê hatin lidarxisitn.

Welatên li Başûr, Rojhilat û Asya Navîn Hîndîstan, Pakîstan, Afganîstan û Japonya weke çend ji welatên ji bo Kobanê çalakî pêk anîn, xwe nîşan dan.

Bi taybetî li Afganîstanê, tevî paytext Kabîl û pêncemîn mezintirîn bajarê welêt Celalabadê li 7 bajaran çalakî pêk hatin. Li Hîndîstanê li 8 bajaran, li Japonayayê li 3 û li Pakîstanê jî li 2 bajaran çalakî hebûn.

6 bajarên Awûstralyayê jî şahidî ji çalakiyên ji bo Kobanê kir. Li Zelanda Nû jî çalakiyek hat lidarxistin.

Ji Parzemîna Amerîkayê li Latîn Amerîkayê li 18, li 4 bajarên DYA û 3 bajarên Kanadayê ji bo ji bo Kobanê daketin kolanan.

Li bajarekî Başûrê Afrîkayê, li Tûnis û Fas ên Bakurê Afrîkayê jî çalakî ji bo Kobanê hatin organîzekirin. Li Rojhilata Navîn jî bi taybetî li Lubnanê çalakî hat lidarxistin.

JI BO KOBANÊ ALÎKARÎ HAT BERHEVKIRIN

Îsal li Norwêc, Fînlandiya, Komara Çekê, Yewnanîstan, Estonya, Letonya, Kosova, Arnavûtlûk, Romanya, Kroatya, Îrlanda, Slovakya, Urdun û Bûlgarîstanê jî çalakî hebûn.

Ji bilî meş û mîtîngan di 31'ê Cotmehê de ji bo destekkirina xebatên ji nû ve avakirina Kobanê li gelek deveran şev, panel û semîner hatin lidarxistin. Van çalakiyan li gelek deveran heta 2'ê Mijdarê dewam kirin û ji bo Kobanê alîkariya madî hat berhevkirin.

...