Li hemberî bîrdariya qirkirina Romanan êrîşa Neonaziyan

Li paytexta Elmanya Berlînê, bîrdariya Romanên di dema Nazî de hatin qetilkirin rastî êrîşa nîjadperest a Neonaziyan hat. Nîjadperestan li pêşiya bîrdariyê xaça naziyan çêkirin û dirûşma 'gazê bidin wan' ya gefxwarinê nivîsandin.

Hat ragihandin, ku piştî êrîşa nîjadperest, weqfa ji parastin û lênêrîna bîrdariyê berpirsyar e, tedbîrên ewlekariyê zêde kir.

Serokê Konseya Navenda Romanên li Elmanyayê Romanî Rose der barê êrîşê de daxuyaniyek da û anî ziman ku nîjadperest ji krîza ji ber zêdebûna hejmara penaberan sûdê werdigirn û dixwazin 'ruhê Nazî ji nû ve zindî' bikin. Rose da xuyakirin ku Neonazî dixwazin gefê li biyanî û hindikahiyên li welêt bixwin û şîdetê li hemberî vê beşê civakê bi kar bîne.

Serokê Weqfa Yahûdiyên Qurbaniyên Nazî ya Ewropayê Ûwe Neûmarker jî nerazîbûn nîşanî êrîşa nîjadperest da. Neûmarker diyar kir ku çalakiya nîjadperestiyê a li hemberî bîrdariya Roman, bûyereke 'antî-Roman a êrîşkariyê' ye. Her wiha gelek hunermendên ji cîhana huner û wêjeyê jî nerazîbûn nîşanî êrîşê dan.

Bîrdariya li Berlînê, ji bo bîranîna 500 hezar Romanên di navbera salên 1939-1945'an de hatin qirkirin, di sala 2012'an de hatibû çêkirin. Bîrdariya li Berlîn Tîergartenê ji aliyê hunermendê Îsraîlî Danî Karavan ve hatiye amadekirin.