Siyasetmedarê Iraqî Ahmed Çelebî jiyana xwe ji dest da.

Ji damezrînerên Partiya Kongreya Neteweyî ya Iraqê Ahmed Çelebî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Partiya Kongreya Neteweyî li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku Çelebî li paytext Bexdayê danê vê sibeyê piştî taştê krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

DI DEMA SADDAM DE YEKANE LÎDERÊ MÛXALÎF BÛ JI ALIYÊ DYA VE MÛXATAP DIHAT DÎTIN

Ahmed Çelebî yê ku di sala 1945'an de ji malbateke Şîa ji dayik bû, li Amerîkayê zanîngeh xwend. Çelebî ku yek ji damezrînerê Banak Tetra ya li Urdunê bû, di sala 1990'î de di nava hewldanên têkbirina Saddam Huseyîn de cih girt.

Ahmed Çelebî weke yekane lîderê mûxalîf ê ku di dema Saddam Huseyîn de ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve mûxatap hat dîtin, dihat naskirin. Dûre ji ber îdîayên 'sîxuriya ji bo Îranê' ew û DYA ji hev dûr ketibûn. Çelebî di salên 2005-2006'an de weke Alîkarê Serokwezîr kar kir. Endamê Konseya Rêveberiyê bû, ku di sala 2004'an de ji aliyê Amerîkayê ve li Iraqê hat avakirin.

JI BO DAGIRKERIYA IRAQÊ MAFDAR NÎŞAN BIDE, AGAHIYÊN ŞAŞ DABÛ

Çelebî bi polîtîkayên xwe yên di dema dagirkirina Iraqê de, ji aliyê rêveberiya Bûsh ve gelekî girîng dihat dîtin. Agahiyên 'çekên kîmyewî yên li Iraqê' ku ji bo destwerdan û dagirkirina Iraqê bû hincet û piştre derket holê ku ev îdîa ne rast in, ji aliyê wî ve hatibûn dayîn.