Li Derya Egeyê komkujî: 21 penaberan jiyana xwe ji dest dan, 100 winda
Li Derya Egeyê, du keştiyên penaber tê de bûn binav bûn. Di bûyeran de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes winda bûn.
Li Derya Egeyê, du keştiyên penaber tê de bûn binav bûn. Di bûyeran de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes winda bûn.
Li nêzî peravê giravên Mîdîllî û Samos ên Yewnanîstanê, du keştiyên penaber tê de bûn, bina bûn. Hat ragihandin ku di her du bûyeran de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 100 kes winda ne.
Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên Yewnan ve hatin dayîn, zarokên biçûk jî di nav de cenazeyê 21 kesan heta niha hatine dîtin. Hat ragihandin ku 242 kes hatine rizgarkirin û lêgerîna li dehan mirovên winda dewam dike. Ji mirovên hatin rizgarkirin 15 zarok rakirin Nexweşxaneya Zarokan a Mîdîllî û 3 zarok jî ji bo rakin servîsa lezgîn bi balafira leşkerî birin Atînayê.
Ekîbên ewlekariya peravê yên Yewnanîstanê dan xuyakirin, ku li gorî vegotinên penaberên xizmên xwe winda kirine, hejmara windahiyan dibe ku zêdeyî 100 kesî be.
Ekîbên ewlekariya peravê yên Yewnanîstanê ji roja Sêşemê ve di 20 bûyerên li derdora giravên Mîdîllî, Samos, Kos û Sakizê de 925 penaber bi saxî rizgar kirin.