Ajansa Lêkolînên Kanserê ya Navneteweyî (IARC) beriya çend rojan encamên lêkolînekê ragihand û diyar kir ku xureka ji ber goştê sor hatine çêkirin, re li ber kanserê vedikin.
Yek ji welatên ku xurekên ji ber goşt (salam, sosîs û sicûq) di çanda mutbexê de xwedî cihekî girîng e, Elmanya ye. Endama Partiya Keskan Renate Kunast weke nivîskara mêvan gotarek ji rojnameya Dîe Zeît re nivîsand û xwest, hişyariyên li hemberî bikaranîna xurekên ji ber goşt, bên zêdekirin.
Kunast da xuyakirin ku lêkolînên li ser xeteriya kanserê ya ji ber xurekên ji ber goşt an jî goştê sor bi xwe, nû nînin û bal kişand ser hişyariyên bi heman rengî yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Ajansa Xwedîkirin û Xurekê ya Elman (DGE) û saziya sîgortayên tenduristiyê (AOK). Kunast bibîr xist ku ev saziyên hişyarî dan, goştê sor weke 'madeya bingehîn a xwarinê' nabînin û pêşniyar dikin ku hîn bêhtir zebze were xwarin. Kunast destnîşan kir ku der barê mijarê de berpirsyariyên mezin dikeve ser milê wezaretan.
Renate Kunast ku di heman demê de hiqûqnas e, di nivîsa xwe de ragihand ku ji stasyonên trenê heta kreşan, pêwîste li her cihên cemaweriyê pêşniyarên ji bo xwarin û xwedîkirinê, bi awayekî were dîtin bê nivîsandin.
Kunast da zanîn, ku ji bo têkoşîna li hemberî kanserê divê 'nêzîkatiyek îdeolojîk' neyê nîşandan û civak hîn baştir bê agahdarkirin.