CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DYA keştiyek bê mirov afirand
Endezyarên Amerîkî, keştiyeke şer a bê mirov afirandin. -
Skandala guhdarîkirinê ya li Elmanyayê mezin dibe
Hat ragihandin, ku servîsên îstîxbaratê yên Elman, li Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs guhdarî kirine. -
Bi serokên Afrikayî re li Malta civîna koçberiyê
Serokên welatên Yekîtiya Ewropa (YE) û yên Afrîka ji bo krîza koçberiyê bigirin dest, li paytexta Valletta ya Malta hatin cem hev. -
Li Beyrûdê du êrîşên xwekujî
Li paytexta Lubnanê, Beyrûdê 2 êrîşên xwekujî pêk hat, 30 kesî jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn. -
Swêdê ji bo krîza penaberan artêşê bi kar tîne
Li Swêdê, ku bi sed hezaran penaberan xwe lê girtine, rêveberiya sivîl ji ber ku nikare bi krîza penaberan, alîkarî ji artêşê xwest. -
Li Îngilîstanê binçaviya Yekşem a bi xwîn
Li Bakurê Îrlandayê, di çarçoveya lêpirsîna li ser mijara Yekşem a bi xwîn de, ku yek ji girantirîn komkujiyên ji aliyê Îngilîstanê ve hatiye kirin e, leşkerekî berê yê Îngilîz hat binçavkirin. -
El Nîno gefê li 11 mîlyon zarokên Afrîkayî dixwe
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku El Nîno wê di sala pêş de bandoreke zêde li avhewaya global bike û da zanîn ku ev yek jiyana 11 mîlyon zarokên li rojhilat û başûrê Afrîkayê dixe nava xeteriyê. -
Krîza penaberiyê dikare bibe sedema hilweşîna YE
Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn diyar kir ku ji ber krîza penaberiyê ya dema dawî, dibe ku Yekîtiya Ewropa (YE) hilweşe. -
Elmanya dixwaze mafê mayînê yê bi sînor bide penaberên Sûriyeyî
Li Elmanyayê, ku tê payîn heta dawiya salê 1 mîlyon penaber serlêdana penaberiyê bikin, hat ragihandin ku tê plankirin, polîtîkaya deriyê vekirî yê Serokwezîr Angela Merkel bê terikandin. -
Sê mîlyon welatiyên YE li dijî TTIP in
Însiyatîfa Welatiyen Ewropayê, li dijî Peymana Bazirganiya Serbest (TTIP) a di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de bikeve meriyetê, zêdeyî sê mîlyon îmze da hev. -
Ji bo dîtina trena Naziyan a tije zêr, xebatên kolandinê destpê kirin
Li Polonyayê, ji bo dîtina treneke ji dema Naziyan ku tê gotin di tuneleke li binê erdê hatiye veşartin û tê de tevî zêr gelek berhemên hunerî yên giranbuha hene, xebatên kolandinê yên ji mêj ve plana wê hatibû kirin, destpê kirin. -
Li Awûstralyayê Kurdek bû qurbanê polîtîkayên penaberiyê
Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê yê li kampa penaberan a li Girava Chrîstmas a Awûstralyayê dihat ragirtin, dema hewl da bireve, jiyana xwe ji dest da. -
Elmanê deriyê mala xwe li 24 penaberan vekir 'tecrûbeyên neyînî' parve kir
Dîrk Voltz ê li bajarê Elmanya Berlînê deriyê mala xwe li 24 penaberên ji Iraq, Sûriye û Afganîstanê hatin vekir, tecrûbeyên xwe ku weke 'tecrûbeyên neyînî' bi nav kir, bi rêya medya civakî parve kir. -
Hollanda girtîgehên xwe ji bo Belçîka û Norwêcê dide kirê
Li Hollandayê, bi kêmbûna hejmara girtiyan re girtîgeh an tên girtin an jî ji welatên mîna Belçîka û Norwêcê re tên kirêkirin. -
Balafirên şer ên Çekê yên hatin kirîn gihaştin Iraqê
Beşek ji balafirên şer ên Iraqê ji Komara Çekê kirîn, gihaşt Iraqê. -
Elmanya dixwaze mercên penaberiyê yên Sûriyeyiyan bi sînor bike
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere diyar kir ku ew ê mercên penaberiyê yên mirovên ji Sûriyeyê hatine bi sînor bikin. Berdevkê hikûmetê got ti guhertin nîne, lê li gorî medyayê polîtîkaya nû ketiye meriyetê. -
"Tevkariyên" koçberan ên li Ewropayê tên hesibandin
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê diyar kir, ku ew li bendê ne heta sala 2017'an 3 mîlyon koçber bên Ewropayê. -
Li Brezîlyayê qezaya li bendava madenê
Li eyaleta Mînas Geraîs a li başûrrojhilatê Brezîlyayê, ji ber av di ser bendavê re çû, gelek gund û wargeh di nav avê de man. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn. -
DYA: Hejmara leşkerên Rûs ên li Sûriyeyê gihaşt 4 hezarî
Çavkaniyên îstîxbaratê û leşkerî yên DYA îdîa kirin ku Rûsyayê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê gihandiye 4 hezarî. -
Elmanya ji xurtbûna terora rastgirên tund bi 'endîşe' ye
Hat ragihandin ku hikûmeta Elman, ji êrîşên terorîstî yên Neo Naziyan ên tund û komên Îslamî yên tund bi 'endîşe' ye û hat gotin, ku Nazî bi taybetî ji mirovên ji 'çîna navîn' endaman ji xwe re peyda dikin. -
Di navbera Yewnanîstan û YE de muzakereyên li ser reform û penaberan dewam dikin
Di navbera Yewnanîstan a bi rêveberiya Syrîza û Yekîtiya Ewropa (YE) de, muzakereyên li ser reform û pirsgirêka penaberan, dewam dikin. -
Pûtîn: Armanca me ya li Sûriyeyê têkoşîna li dijî terorîzmê ye
Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn da xuyakirin, ku armanca wan a sereke ya li Sûriyeyê 'têkoşîna li dijî terorê' ye. -
Balafira Rûs li başûrê Sûdanê ket xwarê: 41 kes mirin
Li Başûrê Sûdanê, balafireke kargo ya Rûs, demeke kin piştî rabûna ji balafirgeha paytext Jûba, ket xwarê. Di qezayê de herî kêm 41 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Welatiyên Fransayê desthilatdariyeke teknokrat an jî otorîter dixwazin!
Li gorî anketek li nava raya giştî ya Fransayê, beşeke girîng a gel, li şûna hilbijartiyan rêveberiyeke ji teknoratan tercîh dikin. Rêjeya yên desthilatdariyeke polîtîk a otorîter dixwazin jî ji sedî 40 e. -
Dîmenên HD ên Rojê hatin weşandin
NASA, dîmên ûltra HD ên Rojê weşand.