Hollanda girtîgehên xwe ji bo Belçîka û Norwêcê dide kirê

Li Hollandayê, bi kêmbûna hejmara girtiyan re girtîgeh an tên girtin an jî ji welatên mîna Belçîka û Norwêcê re tên kirêkirin.

Li Hollandayê, bi kêmbûna hejmara girtiyan re girtîgeh an tên girtin an jî ji welatên mîna Belçîka û Norwêcê re tên kirêkirin.

Li Hollandayê, berevajî rewşa gelek welatên Ewropayê, rêjeya sûc an jî girtinê kêm dibe, lewma girtîgeh tên kirin. Yan jî ji bo welatên weke Belçîka û Norwêcê tên kirêkirin.

Pêkanînên 'cezakirina ragirtina li girtîgehê ji bo demeke kurt', 'dayîna tazmînatê' û 'qedexekirina derketina derveyî sînor' ku ji mêj ve li Hollandayê bi cih tên anîn, dibin sedem ku nifûsa li girtîgehan kêm bibe. Her wiha ev pêkanîn ji bo hikûmetê karekî erzantir e.

Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Norgerhaven e. Li vê girtîgeha li bakurê Hollandayê, buro hemû vala ne û nivîn jî hatine berhevkirin.

Di sala 2004'an de mîna Fransayê, li Hollandayê jî kêmasiya girtîgehan hebû. Ji ber ku di nava deh salan de rêjeya girtiyan ji sedî 45 kêm bû, gelek girtîgeh hatin girtin. Her wiha bi qasî 20 girtîgehên din jî wê werin girtin.

Ji sala 2009'an û vir ve ji bo personelên girtîgehê bêkar nemînin, Hollandayê rêbazeke nû dîtiye. Girtîgehên xwe ji bo Belçîka û Norwecê dide kirê.